Faruq Heme Elî Ferec

Faruq Heme Elî Ferec, Pêşmergeyê raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û li azad kirina bajarê Kerkûkê ya li sala 1991 an de bi dijwarî birîndar bûye û li nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê de şehîd bûye.


Şehîd Faruq Heme Elî Ferec, di sala 1970 an de li gundê Newê ya ser bi nahiye ya Xurmal ya parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye û heta qonaxa navendî yê xwendiye.

 

Di sala 1991 an de û li raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê ya li Lîjneya Navçeya Erbet ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge ku wê demê şehîd Ekrem Heme Elî berpirsê lîjneya navçeyê bûye. Beşdariya azad kirina serbazgeha Barîke û serbazgeha Jale û bajarê Helepçe û nahiye ya Erbet û bajarê Silêmaniyê û bajarê Kerkûkê de kiriye.

 

Li 20 ê Adara sala 1991 an de û li azad kirina bajarê Kerkûkê de Faruq Heme Elî Ferec li nav baregeha Emnî ya Giştî ya Kerkûkê çend fîşekek li ber ketine û bi dijwarî birîndar bûye û ji bo nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê hatiye veguhestin û li 1 ê nîsana 1991 an de ji ber dijwariya birîna xwe li nexweşxaneyê de şehîd bûye.


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir