A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Ebdulrehman Mihemed Ebdulrehman

Ebdulrehman Mihemed Ebdulrehman naskiriye bi (Ebdulrehman Hureyî), di sala 1930 li gundê Hure ya navçeya Rêkanî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Heta pola pêncema seretayî xwendiye. Di sala 1961 dema şoreşa Eylûlê bi rêberiya Barzaniyê Nemir destpêkir, Abdulrehman Hureyî peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê kir. Berî destpêka şoreşê derbasî devera Rêkan û beşdariya şerê Çemankê kiriye.

Agahiyên bêtir

Ebubekir Omer Sêwik Lêlkanî

Ebubekir Omer Sêwk Lêlkanî, di sala 1953 li gundê Lêlkan ya ser bi nahiyeya Sîdekan ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa seretayiyê xwendiye. Di sala 1988 koçberê welatê Îranê bûye û li wargeha Barzan Abad ya bajarê Şino nîştecîh dibe. Jiyana hevjîniyê pêkaniye û xwediyê sê kur û sê keçane. Di sala 1991 piştî raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vedigerê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Ebdulla Axayê Goronî

Ebdulla Hemed Mela Ehmed, naskiriye bi (Ebdula Axayê Goronî), di sala 1905 li gundê Goronê ya ser bi qezaya Çomanê parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Rîhspiyê gundê Goronê bûye, li sala 1941 li temenê ciwaniyê de peywendiyê bi rêzên rêxistiniya hîzba Hîwa ve dike.

Agahiyên bêtir

Ebdula Sofî Elî

Ebdula Sofî Elî, li 1 ê Tîrmeh (Temmuza) 1952 li gundê Feqiyan ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li gundê Feqiyan çûye ber xwendinê, paşê ji bo temamkirina qonaxa navendî çûye bajarê Rewandizê li wir qonaxa navendiyê temam kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Îlonê (Eylûlê) koçberî welatê Îranê bûye û li wir li bajarê Sawe nîştecîh bûye. Di sala 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê vegeriya û li bajarê Rewandizê nîştecîh bû.

Agahiyên bêtir

Ebdula Husên Rustayî

Ebdula Husên, naskiriye bi Ewla Reş Rustayî, li sala 1953 li gundê Rustê ya qezaya Çoman ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Îlonê (Eylûlê) koçberê welatê Îranê bûye û li bajarê Nexede nîştecîh bûye, sala 1991 piştî raperîna xelkê Kurdistanê vegeriyaye û li bajarê Soran nîştecîh bûye.

Agahiyên bêtir

Ehmed Îbrahîm Elî

Ehmed Îbrahîm Elî, di sala 1970ê de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1975’an de li gundê Pîrswanê ji ber topbarana rejîma Beis şehîd dibe.

Agahiyên bêtir

Ezîz Mihemed

Ezîz Mihemed Ebdullah di 1ê Tîrmeha sala 1924an de li gundê Bêrkotê yê girêdayî Hewlêrê ji dayik bûye, bavê wî cotkarekî kurd ê hejar ê gundê Bêrkotê bû, dayika wî keça mela bû û ji Wanê û Elbakê (Başkale) hatibû Hewlêrê, dayika wî ji Bakurê Kurdistanê bû.

Agahiyên bêtir

Ebdulla Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, ku bi navê Ebdullah Agrîn jî tê naskirin, siyasetmedar û akademîsyen, di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1974an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1993an de, piştî yekgirtina çarem ji aliyê nûnerên Kongreyê ve weke endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Yekgirtû (Kongreya 11) hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Elî Hemdî

Elî Hemdî Mûsa Ebbas, di sala 1939’an de tevlî Partiya Hîwa Kurd dibe, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dibe, di sala 1953 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya sêyem.) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ebdulhusên Feylî

Ebdulhusên Elî Elûş, di sala 1951ê de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurd bûye, di sala 1960 de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin, di sala 1964an de ji aliyê Kongreya Şeşemîn ve ji Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat dûrxistin.

Agahiyên bêtir