Ebdulrehman Mihemed Ebdulrehman

Ebdulrehman Mihemed Ebdulrehman naskiriye bi (Ebdulrehman Hureyî), di sala 1930 li gundê Hure ya navçeya Rêkanî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Heta pola pêncema seretayî xwendiye. Di sala 1961 dema şoreşa Eylûlê bi rêberiya Barzaniyê Nemir destpêkir, Abdulrehman Hureyî peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê kir. Berî destpêka şoreşê derbasî devera Rêkan û beşdariya şerê Çemankê kiriye.


Di sala 1963 li lîjneya navçeya Amêdiyê bûye kadîr û serpereştê rêxistinên navçeyên Rêkan û Doskî û Nêrweyê kiriye. Di sala 1966 Ebdulrehman Mihemed beşdariya Kongreya heftem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ya li Gelaleyê kiriye. Piştî kongreyê vegeriyaye navçeya berpirsiyariyetiya xwe û heta sala 1970 li wir maye.

 

Di sala 1974 piştî wê yekê ku Hikûmeta Iraqê li bi cîhkirina peymana 11 ê Adarê ya di sala 1970 poşman bû û dijî gelê Kurdistanê û şoreş û şer destpêkir, Ebdulrehman Mihemed li lîjneya navçeya Şêladizê, bû kadîrê siyasî û serbazî.

 

Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê, li devera Şêladizê ma. Berî destpêkirina Şoreşa Gulanê çûye rêza wan Pêşmergeyên ku li ser tixûbê Bakûr û Başûrê Kurdistanê bûn û li wir di encamdana çalakiyên partîzaniyê de berdewam bûn.

 

Di sala 1988 piştî encamdana proseya operasyona Enfalê ya ji aliyê rejîma Iraqê ve dijî xelkê medenî û sivîlê Kurdistanê hate kirin, ji tixûbên Bakûrê Kurdistanê ve xwe gihandiye Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1991 berî serhildan û raperîna cemaweriya Kurdistanê xwe gihandiye Başûrê Kurdistanê û beşdariya raperîna bajarê Dihokê kiriye.

 

Li 16 Tebaxa 1996 ji ber wan xebat û xizmetên ku kiriye, li Jubîleya zêrîn an ku di salvegera 50 saliya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir