Elî Hemdî

Elî Hemdî Mûsa Ebbas, di sala 1939’an de tevlî Partiya Hîwa Kurd dibe, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dibe, di sala 1953 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya sêyem.) hat hilbijartin.


Jiyanname

Elî Hemdî Mûsa Ebbas ku bi navê Elî Bêduhî jî tê naskirin, di sala 1918an de li parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye, her li bajarê Duhokê xwendina xwe ya amadeyî qedandiye, di sala 1940î de weke karmend li rêveberiya Tapo (qeyda mal û milkan) ya bexdayê hat damezrandin, di sala 1953'an de rêveberîya Tapo ya Kifrî tê veguhastin, di sala 1953an de wek rêveberê Tapo ya Kifrî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve hate damezrandin, hevkarê kovara kurdî Hawar e ku li Şamê derdiket, di sala 1966an de di rewşeke mijawî de koça dawî kir. Bi kurdî û erebî baş dizanibû.


Xebatname

Di sala 1939’an de tevlî refên Partiya Hîwa ya Kurd dibe, di sala 1941ê de piştgirî da tevgera Reşîd Elî Gîlanî û piştî têkçûna tevgerê, salekê di girtîgehê de ma, di sala 1944an de berpirsê komîteya navçeya Bexdayê ya Partiya Hîwa ya Kurdî bû, di Tebaxa 1944an de hewl da ku çalakvanê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Nûredîn Zaza ji zindana Bexdayê azad bike, di sala 1945an de yekemîn kongreya Partiya Rizgariya Kurd li Bexdayê bi dizî li mala wî hat lidarxistin û ew têde nûner bû, di sala 1945an de rojnama Rzgarî, organa Partiya Rzgarî ya Kurd, bi dizî li mala wî çap bûye, di sala 1945 de kadroyê Partiya Rizgariya Kurd bû, di sala 1946ê de, ew nûnerê kongreya duyem a Partiya Rizgariya Kurd li Bexdayê bû, bi armanca hilweşandina partiyê û yekkirina bi Partiya Dêmokrat a Kurd re.

Di sala 1946ê de tevlî Partiya Dêmokrat a Kurd bû û bû nûnerê yekemîn kongreya Partiya Dêmokrat a Kurd li bajarê Bexdayê, di salên (1946-1949)an de wek berpirsê Komîteya navçeya Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat destnîşankirin, di sala 1951ê de, kongreya duyem a Partiya Dêmokrat a Kurd li bajarê Bexdayê li mala wî hat lidarxistin û ew têde nûner bû, di salên 1951-1952an de berpirsê dezgeha çapê ya Partiya Dêmokrat a Kurd bû ku bi dizî li bajarê Kerkûkê çalak bû û çapxane di mala wî de veşartî bû, di sala 1953an de yekem berpirsê komîteya navçeya Kifrî bû a ser bi komîteya liqa sêyemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê – Iraq, di sala 1953 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kongreya sêyem hat hilbijartin.

Di sala 1953an de serpereştiya rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq li Kifrî, Xaneqîn, Xurmatû, Celewla û Kelarê li parêzgehên Kerkûk û Diyalayê kiriye, di sala 1959an de nûnerê Kongreya Çaremîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Bexdayê bû, di sala 1960’î de di hilbijartina nûnerên kongreya pêncemîn de li Kifrî bi dengê dengdêrên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq serket, roja şemiyê 08ê Sibata1960 ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê kongireya pêncem hat hilbijartin, di sala 1960ê de berpirsê komîteya navçeya Kifrî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû, di destpêka salên 1960î de, ew ji bajarokê Kifrî bo bajarokê Şetre li parêzgeha Nasiriye li başûrê Iraqê hat dûrxistin, di sala 1961ê de, di destpêka Şoreşa Îlonê de, ji koma heştan wek berpirsê komîteya liqa yekem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê hate destnîşankirin, di sala 1961ê de li Hewlêrê mijûlî xebata veşartî ya rêxistina partiyê bû.

Di sala 1961 de, ew ji bo bajarokê Şetre li parêzgeha Nasiriye li başûrê Iraqê hat veguhestin, lê wî guh neda fermanê û ji aliyê polîs ve hat girtin û li bajarê Kifrî hat zîndanîkirin û bi alîkariya rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ji girtîgehê reviyabû deverên rizgarkirî, di sala 1961ê de tevlî refên Hêzên Pêşmerge dibe, di sala 1961ê de beşdarî civîna berfireh a Ewdalanê dibe û dengê xwe dide parastin û şoreşê, di sala 1963an bû berpirsê komîteya liqê çarê yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di 14ê Sibata 1964an de wek nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdarî û serperiştiya kongreya çarem a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de kir, bi navê nepenî Merdan têkoşîn kiriye, di sala 1964an de bo cara duyem tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû. Di sala 1964an de ji ber piştgirîkirina biryarên Civata Giştî ya Mawetê di kongreya şeşan a Partiya Demokrata Kurdistanê de ji refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat dûrxistin, di sala 1964an de li gundê Kanî Masê yê parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê hêzên pêşmerge ve bi tawana piştevaniya baskê Mekteba Siyasî û alîkarîkirina Muqedim Ezîz Ebdullah Ebdulqadir (1919-1999) naskirî bi Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî ji ber gihandina nameyan ji dijberên Şoreşa Îlonê, bi Îawayk Demkî hat girtin, pişti berdanê di sala 1966an de di rewşeke mijawî de koça dawî kir. Bi kurdî û erebî baş dizanibû.


Çavkanî:

  1. Arşîva Dêsteya Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
  2. Mehdî Mohammed Qadir, Pêşketinên Siyasî li Kurdistana Iraqê 1945-1958, (Silêmanî, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê, 2005), r. 103, 128, 132.
  3. Abdurrahman Şerefkendî, Çêştî Micêwr, (Parîs, 1997), r 444.
  4. Cemal Nebez, Bîranînên Rojên Ku Venagerin, (Silêmanî, Çapxaneya Şivan, 2017), r. 215-216.
  5. Cemal Baban, Silêmanî, Bajarê Min yê Ronahî, berg 3, Çapa Duyem, (Hewlêr – Weşanxaneya Aras – Çapxaneya Aras – 2012), r 332.
  6. Ebdulkerîm Findî, Yekîtîya Qutabiyên Kurdistanê, fraksîyoneke şoreşgerî ya rêxistinî û piştek xurt ji bo şoreşa Kurdî, kovara Golan El-Erebî, Saziya Medyayî ya Golan, hejmar 22, Hewlêr, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, 25 Adar 1998, r 53.
  7. Mam Celal, Braîm Ehmed, rêberekî jîr ê serdema nû ya kurdayetiyê, Kovara Xak, Hejmar 58, Sal 5, Silêmanî, Çapxaneya Dilêr Offset, 10.04.2002, r 7.
  8. Ebdulfetah Elî Botanî, Mihemed Ebdulqadir Elî El-Amêdî 1923 - 1992, Kovara Duhok, Serokatiya Şaredariya Duhokê, Hejmar 21, Duhok, Çapxaneya Hawar, Cotmeha 2003, r 116.
  9. Sedîq Salih, Jînenîgariya Hemze Ebdullah, Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Pêveka Yadgar, hejmar 8072, sal 29, Silêmanî, pêncşem, 30.12.2020, r 3.
  10. Amadekar: Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî temen Ji xortaniyê heta Koşka Komarî, Beş 1, (Silêmanî - Çapxaneya Karo - 2017), r 41.
  11. Amadekar: Lutfiya Îbrahîm Salih, Çend Bîranînên Behiya Me'rûf Berzencî, (Silêmanî, Birêvebiriya Giştî ya Çap û Weşanê, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, 2002), r 157.
  12. Ebû Rêbwar, kê têkoşer Elî Hemdî Bêduhî kuşt, rojnama El-Ittihad, rojnameya navendî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmar 213, sala pêncem, Silêmanî, Şemî 12.04.1997, r 5.
  13. Amadekar: Mumtaz El-Heyderî, Bijarte ji Bîranînên Salih El-Heyderî, Çapa Duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Renc - 2004), r 27.
  14. B. Hewraz, Kurte lêkolînek li ser damezrandin û hilweşandina Partiya Şoreş û Rizgarî li Başûrê Kurdistanê, (Bê cih, Gulan 1993), r 19.
  15. Rojîn Çelebî Munîr, Zaxo 14 Tîrmeha 1958 - 6 Adara 1975, (Bê cih - Navenda Zaxo ya Lêkolînên Kurdî - 2018), r 226.
  16. Mihemed Sehil Teqûş, Dîroka Kurdan 637 - 2015, (Beyrût - Dar El-Nefais bo Çap, Weşan û Belavkirinê - 2015), r 204.
  17. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq (Westgehên sereke) 1946-1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998), rû 50, 68.
  18. Niyeta xerab li ser Mela Mistefa Barzanî, rojnama Îtîlaat, hejmar 11928, Tehran, roja pêncşemî 19`ê Adara 1344`an M., rûp 4.
  19. Hemey Ferec Helebceyî, Ji Şinriwê heta Stockholmê, çapa 3., (Silêmanî, Çapxaneya Karo, 2015), r 152.
  20. Xende Ebdulmecîd, xanim Thuraya Mihemed bîranînên xwe yên têkoşînê ji rojnameya El-Ittihad re vedibêje, rojnameya El-Ittihad, berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmar 495, Silêmanî, în, 18.10.2002, r 16.
  21. Xelef Xefûr, Tasa Zêrîn, berg 1, (Kerkûk – Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Kerkûkê – Çapxaneya Karo – 2011), r 44.
  22. Seyîd Haşim Seyîd Ehmed, Bîranînên Kongireya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Yekgirtû di sala 1960 de, rojnama El-Ittihad, berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Hejmar 487, Silêmanî, Sala dehem, În, 23.08.2002, r 5.
  23. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa 3, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013), rû 108, 111.
  24. Şêrko Fethullah Omer, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Rizgarîxwaz a Neteweyî ya Kurd li Iraqê 1946-1975, (Silêmanî - Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê - Çapxaneya Ron - 2004), r 115.
  25. Selahedîn Ebdulhemîd Ebdullah, Dîroka Eşîra Zengene, (Silêmanî - Çapxaneya Rehend - 2018), r 75.
  26. Abdulrezaq Mutleg El-Fehed, Partiyên Siyasî li Iraqê û Rola wan di Tevgera Niştimanî û Netewî de 1934-1958, (Beyrût - Şirketa Belavkirin û Çapkirinê - 2011), r 241.
  27. Ebdulsetar Tahir Şerîf, Dîroka Partiya Şoreşger a Kurdistanê, çapa duyem, (Bexda - Weşanên El-Sewrî - 1979), r 46.
  28. Ebdulfetah Elî El-Botanî, Devera Behdînan 1925-1970, Lêkolînek li ser Rastî û Pêşketinên Siyasî, Beşê Yekem, (Hewlêr - Akademiya Kurdî - 2017), r 478.
  29. Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê heta Kongireya Sêyem, (Bê Cih, Îlon 1968), r 90.
  30. Ebdulxalid Sabir Kerîm, Ramana Netewî di Rêbaz û Armancên Komele û Partiyên Kurdî de 1919-1945: Lêkolîneke Siyasî ya Dîrokî, (Silêmanî, Birêvebiriya Weşanên Silêmanî, Çapxaneya Kemal, 2013), r 313.
  31. Malpera Liqê yekem yê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK): www.pdk ـ leqa1.com.
  32.  Mam Celal, ji bo bîranîna şervanekî gumanbar ê Kurdayetiy ê ji bo bîranîna Mîrza Fendî Ebdulkerîm, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, hejmar 473, sal 2, Hewlêr, pêncşem, 9ê Îlona 1993, r 3.

33. Mohammed Şakeli, Germian, Rabûryê nêzîk û paşeroj, (Silêmanî, Çapxaneya Karo, 2003), r 90.

34. Yadaştnameya Partiya me ya Demokrat a Kurdistanê ji bo cenabê Waliyê Leşkerî yê Giştî,, rojnama Xebat (Têkoşîn), berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 412, sala duyem, Bexda, Yekşem, 22.01.1961. r 4.

35. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Bergê Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r 144.

36. Mistefa Narîman, Bîranînên Jiyana Min, (Bexda, Saziya Çand û Weşana Kurdî, Çapxaneya Dar El-Hurriye, 1994), r 188.

37. Mehmûd Mela Izzat, Kerwana Bêdawî, (Silêmanî - Weşanxaneya Serdem - 2000), r 82.

38. Nûrî Şaweys, ji bîranînên min, (Bê Cîh - Weşanên Partiya Gel a Demokrat a Kurdistanê - 1985), r 22, 33, 43, 82.


Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir