Ebubekir Omer Sêwik Lêlkanî

Ebubekir Omer Sêwk Lêlkanî, di sala 1953 li gundê Lêlkan ya ser bi nahiyeya Sîdekan ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa seretayiyê xwendiye. Di sala 1988 koçberê welatê Îranê bûye û li wargeha Barzan Abad ya bajarê Şino nîştecîh dibe. Jiyana hevjîniyê pêkaniye û xwediyê sê kur û sê keçane. Di sala 1991 piştî raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vedigerê Kurdistanê.


Di sala 1968 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê (Îlonê) dike û dibê Pêşmerge. Heta şikesta şoreşê berdewam dibe û sala 1988 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike û li rêxistina Şehîd Îsa Sêwik ya ser bi Lîjneya Navçeya Mêrgesor dibe Pêşmerge. Beşdariya şerê bi nav û deng yê Xwakurkê dike.

 

Di sala 1991 piştî raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vedigerê û li Soran nîştecîh dibe. Di sala 1992 li gel pêkanîna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê peywendiyê bi hêzên Pêşmerge ve dike û dibe Pêşmerge. Li 26 ê Kanûna Yekema 1994 li gundê Cuyzanî ya qezaya Çoman tê şehîd kirin.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir