Ebdulla Axayê Goronî

Ebdulla Hemed Mela Ehmed, naskiriye bi (Ebdula Axayê Goronî), di sala 1905 li gundê Goronê ya ser bi qezaya Çomanê parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Rîhspiyê gundê Goronê bûye, li sala 1941 li temenê ciwaniyê de peywendiyê bi rêzên rêxistiniya hîzba Hîwa ve dike.


Ebdulla Hemed Mela Ehmed, naskiriye bi (Ebdulla Axayê Goronî), li sala 1905 li gundê Goronê ya ser bi qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Rîhspiyê gundê Goronê bûye û li sala 1941 li temenê ciwaniyê de peywendiyê bi rêzên rêxistina hîzba Hîwa ve dike. Bi hevkariya çend kesayetiyeke diyarê navçeya Balekayetî çendîn çalakiyên siyasî encam didin. Ew li karê rêxistiniyê de berdewam dibin heta ku Komara Demokratika Kurdistanê li Mehabadê tê damezrandin. Piştî damezrandina komarê Ebdulla Axayê Goronî kurê xwe yê mezin Mela Ehmed li gel çend ji dost û xizmên xwe dişîne Mehabadê, ji bo beşdarîkirin û berevanîkirina li Komara Demokratîka Kurdistanê. Ew bi xwe jî çendîn caran bi mebesta agahdarbûna ji rewşa şoreşê û endamên hizbê peywendiyê bi wan ve dike. Li wir jî li gel serkirde û kesayetiyên siyasiyên Kurdistanê dicive û nûçeyên Kurdistana Iraqê bi wan radigihîne û hevsozî û hevkariya xelkê Kurdistanê jî ji bo şoreşa Pêşewa dupat dike.

 

Piştî ruxandina Komara Demokratîka Kurdistanê ji aliyê rejîma Şahê Îranê, bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bi Serokayetiya General Mistefa Barzanî berdewamiyê bi şoreşê didin. Li wê demê de ji ber ku cihê cografya gundê Goronî baş bûye, dibê pêgeha Pêşmerge û beşek ji kesayetiyên siyasiyên ji Komara Demokratîka Kurdistanê vegeriyayîn li wir nîştecîh dibin. Xelkê wê navçeyê jî gelek bi rêz û hûrmetê ve wan himbêz dikin.

 

Piştî ruxandina Komara Demokratîka Kurdistanê û rêya dîrokiya General Mistefa Barzanî û hevalên wî ya Yekîtiya Sovyeta berê de, Şehîd Ebdulla û çend hevaleke xwe ji bo demekê li çiyayên navçeya Balekayetiyê dimînin heta ku rewş asayî dibe. Paşê vedigerin gundê Goronî û ji bo careke din berdewamiyê bi karê partiyetiyê didin. Ebdulla Axayê Goronî li gel Mela Tehayê Şêx Osman û Hacî Axayê Kosretan û Mamend Axayê Dêlzî û Mîney Elî Axayê Rayetî, serpereştiya rêxistinên hizbê li navçeyê da li stû digrin û xelkeke zêde li dewra rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kom dikin. Heman demê de Şemsedîn Muftî û Hemesur Ferecî jî ji bo demekê li gundê Goronî mane.

 

Piştî ku General Mistefa Barzanî û hevalên xwe yên li Yekîtiya Sovyetê vedigerin, Şehîd Ebdula û kesayetiyên siyasî û civakî û oliyên devera Balekayetiyê ji bo pêşwazî û bi xêrhatinê serdana Bexdayê dikin. Heman demê de Ebdula Axa peywendiyeke berdewam li gel Şêx Ehmedê Barzanî de hebûye û çendîn caran li rêya pismameke xwe yê bi navê Hacî Ehmed Şêxanî re nameyan ji hev re şandine.

 

Piştî ku Ebdulkerîm Qasim ketiye bin bandora Erebên şovênî û ji sozên xwe yên li gel Kurdan paşvegeriyaye û General Mistefa Barzanî vegeriyaye Barzan, li rêya Hemed Axayê Dolemerî nameyek dişîne ji bo kesayetiyên navçeya Balekayetî. Li wê nameyê da daxwaz ji wan dike xwe amade bikin ji bo destpêkirina şoreşê. Bi vê sedemê jî beşek ji wan dikevine nava plan û nexşeyan ku êrîş bikine ser baregehên rejîmê. Ew tevgere jî dibe yekem pengava destpêkirina şoreşa Eylûla (Îlonê) mezin da ku li 11 ê Eylûla (Îlonê) 1961 destpêkir. Şehîd Ebdulla Axa û çend Pêşmergeyek ku li ser çend milek da hatine dabeşkirin, li 12 ê Eylûla (Îlonê) 1961 êrîş dikin ser nahiyeya Balek (Gelale) û li mileke din jî êrîşî Qişlî Rayat dikin. Ew milê ku Şehîd Ebdulla serpereştiya wê dikir karîn Gelale azad bikin û ev destkeft ji bo hêzên Pêşmerge bi dest bixin. (42 Tifengên Îngilîzî, 2 Reşaş birîn, 1800 dînarên Iraqî yê wê demê), bi vê jî ure û moralê hêzên Pêşmerge bilind dibe. Piştî wê hikûmet hêzeke zêdeya cehş û serbazan dişîne wê navçeyê ji bo rêgirîkirina li şoreşê. Li nêzîkî gundên Nawkêlekan û Paşkoz û Hafîz li 13 ê Eylûla (Îlonê) 1961 şereke giran rûdide û rejîm bi top û balafirên cengî bi tundî navçeyê bombebaran dike. Li wan hemû şeran da Ebdulla Axa beşdar dibe, heta cara dawî li gundê Nawkêlekan li sêyem roja destpêkirina şoreşa Eylûlê (Îlonê) birîndar dibe û vediguhezin ji bo Dola Baleyan û li wir li gundê Koyle li şikeftek da ji aliyê Hacî Kwêxa ku pizîşkeke mîllî yê navçeyê bûye birîna wî hatiye çareser kirin û tîmar kirin. Lê belê ji ber dijwariya birîna xwe ve şehîd dibe û ji ber rewş xeraba wê demê, nikarin termê wî veguhezin li ser warê xwe ji bo wê yekê her li wir bi axê dispêrin.

 

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Xoşewî Esed Mîr Ehmed

Xoşewî Esed Mîr Ehmed li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa li Çiyayê Direbî bi gulleyê çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla, naskiriye bi (Hosta Xidir Mistefa), di sala 1931 li gundê Rustê ya nahiyeya Simîlana qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li medreseyê xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û du keç bûye, li 16 ê Temûza 1962 ji aliyê cehşên Kerîm Xanê Biradost hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Sadiq Elî Sadiq Sofî

Sadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, derçûyê xula heştem ya Pêgihandina Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1987 nahiye ya Daretû şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Sebrî Hesen Sebrî

Sebrî Hesen Sebrî li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa ya li Çiyayê Direbî bi gulleya çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir