Ebdulwahid Hemed Law

Ebdulwahid Hemed Law pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, di sala 1974an de di şerê çiyayê Gorez de şehîd bûye.


Ebdulwahid Hemed Law bi nasnav Ebdulwahid Hemed Law di sala 1946an de li gundê Guwanê yê navçeya Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, zewicî bû û du kur û çar keçên wî hebûn.

Di sala 1964an de tevlî Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, piletên partiyê derbaz kirin, heya di dawiyê de bû endamê Komîteya navçeya Ruwandizê, di heman salê de tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibe, di Tabûra Seyîd Asî ya Hêza Balek de bû pêşmerge, di demeke kurt de bû serliq di heman tabûrê de, piştî rêkeftina 11ê Adara 1970ê di navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî û Partiya Beisê de, Ebdulwahid Hemed Law berdewamiya rêxistinê di nav komîteya navçeya Ruwandizê de kir.

Di sala 1974an de piştî destpêkirina şer û pevçûnên di navbera Hêzên Pêşmerge û Partiya Beis de, Ebdulwahid Hemed Law careke din çeka Pêşmerge hiweldide û Kurdistanê diparêze, di 17'ê Nîsana 1974'an de bi birayê xwe, pismamê xwe û çend xizmên xwe re di şerê Çiyayê Gorezê yê li nêzî gundê Balekiyanê yê navçeya Diyana de şehîd ketin.

Ji ber rewşa şer û bomberdûmana tank û topên dijmin nekarîn cenazeyên şehîdan li gundê Guwanê veşêrin, ji ber vê yekê li gundê Sîtkanê hatin veşartin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir