Ebdula Husên Rustayî

Ebdula Husên, naskiriye bi Ewla Reş Rustayî, li sala 1953 li gundê Rustê ya qezaya Çoman ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Îlonê (Eylûlê) koçberê welatê Îranê bûye û li bajarê Nexede nîştecîh bûye, sala 1991 piştî raperîna xelkê Kurdistanê vegeriyaye û li bajarê Soran nîştecîh bûye.


Ewla Reş Rustayî sala 1969 li temenê ciwaniyê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge ya li şoreşa Eylûlê kiriye û li hêza Balek bûye Pêşmerge. Di sala 1976 li destpêka Şoreşa Gulanê, peywendiyê bi hêzên Pêşmerge ve kiriye û li Lîjneya Navçeya Balek wekî Kargêrê Navçeyê û Bala Serbazî bi awayeke mefrezeya partîzanî ya li devera Balekayetiyê erkdar bûye. Beşdariyê çendîn şerên partîzaniyê de kiriye. Şerê Kospî Spî li ser rêya Soran û Hacî Omeran, şerê Gorê Nêtwê li nahiye ya Simîlan ya ser bi qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê. Di sala 1994 li şerê berevanîkirina li serweriya yasa li gundê Cuyzanî nahiye ya Gelale ya qezaya Çoman li gel çekdarên PKK bi dijwarî birîndar bûye, heta li şeva 9 ê hezîrana 1999 di dema berevanîkirina li kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê bi destê çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir