Ebdula Sofî Elî

Ebdula Sofî Elî, li 1 ê Tîrmeh (Temmuza) 1952 li gundê Feqiyan ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li gundê Feqiyan çûye ber xwendinê, paşê ji bo temamkirina qonaxa navendî çûye bajarê Rewandizê li wir qonaxa navendiyê temam kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Îlonê (Eylûlê) koçberî welatê Îranê bûye û li wir li bajarê Sawe nîştecîh bûye. Di sala 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê vegeriya û li bajarê Rewandizê nîştecîh bû.


Di sala 1976 piştî destpêkirina şoreşa Gulan û rêxistina organên Partî li bajarên Îranê, ew jî bi hemahengiya li gel birayên xwe yên li bajarê Sawe dest bi rêxistina partayetiyê dike. Di sala 1985 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê ve dike û dibê Pêşmerge û beşdariya çendîn şerên li navçeyên Xinêre û Lolan û navçeyên azadkiriyên şoreşê ve dike. Di sala 1988 beşdariya destana Xwakurkê ya dijî Artêşa Iraqê ve dike.

 

Di sala 1991 piştî vegerana ji koçberiya li welatê Îranê, li gel Memede Reşê birayê xwe yê li hêza 60 wekî Cîgirê betalyona Rewandizê dibê Pêşmerge. Li şeva 7 ê Tişrîna Yekema 1992 li çiyayê Zirara ya li devera Biradost di dema erkê berevanîkirina li serweriya yasa bi destê çekdarên PKK tê şehîd kirin.

 

 

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

 


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir