Ebdulxalib Tofîq Qadir Ehmed

Ebdulxalib Tofîq Pêşmergeyê şoreşa Îlonê (Eylûlê) bûye û li sala 1991 li nahiyeya Korê şehîd bûye.


Şehîd Abdulxalib Tofîq li sala 1921 li gundê Qefarê ya ser bi nahiyeya Şiwanî ya parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlê karê cotkariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye û ji bilî li zimanê dayik (Kurdî) şarezayiyeke tevahî li zimanên Erebî, Tirkî, Farisî de hebûye. Abdulxalib Tofîq xêzandar bûye û navê xêzana wî Neîme Qadir bûye û xwediyê du kur û keçek bûye.

 

Li sala 1963 peywendiyê bi Şoreşa Îlonê (Eylûl) ve dike û li hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dibe Pêşmerge ku li wê demê de Faris Bawe fermandeyê wê hêzê bûye. Beşdariyeke çalak li destanên devera Kerkûk û devera Şiwan de hebûye.

 

Piştî beyannameya peymana 11ê Adara sala 1970 Abdulxalib Tofîq wekî kadireke hîzbî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê berdewamiyê bi xebata xwe daye.

 

Li sala 1979 ji aliyê hêzeke cehş ya rejîma Be'es ve tê destgîr kirin û vediguhezin girtîxaneya Ebuxerîb. Piştî du salan li beramber 3.000 dînarên wê demê ya Iraqê hatiye azadkirin. Piştî azadbûnê li sala 1981 dûbare peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêemokrata Kurdistanê ve dike û dibe kadirê (Xeta Agirîn) ya ser bi lîjneya navçeya Şiwanî ya ser bi Leqa Sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku li wê demê de Seyid Asî Elî Serpereştyarê milê nihêniyên deverê bû û şehîd Seyid Hesen Berpirsê Lîjneyê Navçeyê bû.

 

Abdulxalib Tofîq li raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê ya li sala 1991 bûye Pêşmerge û peywendiyê bi hêzên rêxistina Xalxalanî ya ser bi Lîjneya Navçeya Şiwanî ya ser bi Leqa Sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye ku li wê demê de Şehîd Newzad berpirsê rêxistin û fermandeyê wê hêzê bûye. Beşdariyeke çalak li raperîna cemaweriya sala 1991 li azadkirina parêzgeha Hewlêrê, nahiye ya Daretû, nahiye ya Tekiye, qezaya Çemçemal, parêzgeha Kerkûkê de kiriye.

 

Piştî koça milyoniya xelkê Kurdistanê ya li sala 1991 Abdulxalib Tofîq û desteyek hevsengerên wî li nahiye ya Korê ketine ber êrîşa topbarana topxaneyên rejîma Be'es û (Artêşa Îraqê) Abdulxalib Tofîq bi dijwarî birîndar bûye. Paşê hevsengerên wî ew veguhestine nahiye ya Diyana û ji bo wergirtina çareseriya birînên wî, lê belê ji ber dijwariya birînan Abdulxalib Tofîq piştî çar rojan li birîndarbûnê li Diyana şehîd dibê û li girê Azadî ya nêzîkî Hacî Omeran bi axê tê spartin.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir