A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Elî Hejar

Parêzer Elî Ebdullah Elî, di sala 1962 an de tevlî refên hêzên Pêşmerge bûye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Heştemîn) hatiye hilbijartin. Di 24 ê Mijdara 1983 an de li girtîgeha Kerkûkê hatiye îdamkirin.

Agahiyên bêtir

Elî Eskerî

Elî Ebdullah Reza, di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin. Di 10 ê Sibata 1971 an de ji bo cara duyemîn tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1973 an de ji aliyê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ve bûye fermandarê Hêza Deşta Hewlêrê.

Agahiyên bêtir

Ebdulsemed Bena

Ebdulsemed Mihemed Ebdulrehman Îbrahîm, di sala 1946 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1946 an de di yekbûna yekemîn de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Yekemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ebdulazîz Teyib

Mamoste Ebdulazîz Teyib Ehmed Mihemed, di sala 1970 an de tevlî refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye. Di sala 1970 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ebdulhuseyn Feylî

Ebdulhuseyn Elî Elûş, di sala 1951 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurd bûye. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de ji aliyê Nonere Kongreya Şeşemîn, Bi Praniya Dengan a Nonerên Kongreya Şeşema Partiyê ve, ji refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye dûrxistin.

Agahiyên bêtir

Elî Hemdî

Elî Hemdî Musa Ebas, di sala 1939 an de tevlî refên Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bûye. Di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq (Kongreya Sêyemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ehmed Etruşî

Ehmed Cercîs Yunis Hesen mamoste û siyasetmedar bi navên (Ehmed Etruşî û Ehmed Hesen Helîmê), hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb Al tenfîzî) ya bi Encûmenê Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê ve bi Qaymeqamê Dihokê hatiye destnîşan kirin...

Agahiyên bêtir

Ehmed Amêdî

Ehmed Ebdula Mihemed, mamoste û siyasetmedar bi navê (Mamosta Ehmed Amêdî û Ehmedê Ebê), hatiye nas kirin. Di sala 1953 an de li desteya damezrênerên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de bûye. Di sala 1953 an de li kongreya yekem de bi yekemîn Serokê Yekîtiya Qutabiyan û Lawên (Ciwanên) Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Ezîz Akreyî

Ezîz Re‌şîd Ezîz, bi navên (Lîwa Rukin Ezîz Akreyî, Muqedem Ezîz Akreyî), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1964 an de li kongreya şeşem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Her li wê salê de nûnerê kongreya Qeladizê (kongreya duyem a gel) bûye...

Agahiyên bêtir

Evîn Hirurî

Yasanas û siyasetmedar Evîn Tahîr Îbrahîm, bi navê (Evîn Hirurî), hatiye nas kirin, di sala 1990 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye ....

Agahiyên bêtir

Ekber Heyder

Kesayetiyê serbazî û siyasetmedar Ekber Heyder Musa, bi navên (Ekber Suremêrî û Ekber Suremêriyê Xaneqînî), hatiye nas kirin. Di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye...

Agahiyên bêtir