Kanyelinca gundekî grêdayî herêma Barzan e ku dikeve rojhilatê Şêrwan Mezinê, 2 km dûrî rêya sereke a Mêrgasor-Şêrwan Mezinê ye, ligel gundên Helaniye û Bêroxê yên Bakurê Kurdistanê hevsînorê, di warê rêveberiyê de girêdayî navçeya Goretû ya navçeya Mêrgasorê ye([1]), ev gund jî weke hemû gundên kurdistanê, di sala 1979an de ji aliyê hikûmeta Be'sê ve hat wêrankirin û şêniyên wê di civakên neçarî yên Diyana, Herîr, Behrke û Quştepe hatin bicihkirin, di warê şoreş û berxwedanê de gundî bi awayekî aktîf beşdarî şoreşên Kurdistanê yên li pey hev bûne û şoreşgerên navdar ên wekî Ehmed Mistê, Salih Elî Mihemed, ku bi navê Sako Kanyelincî jî tê naskirin û gelek kesên din derxistine holê([2]).
Piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê û lidarxistina Kongreya nehê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 10ê Mijdara 1979an de li Rojhilatê Kurdistanê ([3]), yek ji biryarên kongireya 9emîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şandina hêzên pêşmerge bo Kurdistanê bû ku li navçeyên cuda dest bi rêkxistin û pêkanîna çalakiyên Pêşmerge bikin, Herêma Barzanî yek ji wan deveran bû ku girêdayî baskê rastê yê liqa duyem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, ji ber ku sînorên liqa duyem li ser du baskên sereke yên rast û çep hatibûn dabeşkirin, baskê rastê erka wî li herêma Barzan û derdora wê bû, bi çavdêriya Dr.Seîd Barzanî bi alîkariya komîteyeke ku ji Hacî Mîrxan Dolemerî, Mela Omer, Milazim Nîhad û Tariq Mewlûd pêk dihat, hat erkdarkirin, ev hêza Pêşmerge destpêka hatina wan bo herêmê li Çiyayên Biradostê di şikeftekê de navendek ava kirin û hinek xwarin û pêdivî depo kirin, destpêkê dest bi berhevkirina agahiyan li ser baregehên leşkerî, nuqteyên kontrolê û bendên kontrolê yên li herêmê kirin, ku ji bo parastina rêyên sereke bi awayekî zigzag hatine birêxistinkirin û hatine mayinkirin ([4]).
Yek ji rêze çalakiyên Pêşmergeyên Hêza Barzan êrîşa li ser Rebaya û baregehên leşkerî yên hikûmetê li Kanyelinca bû, piştî xêzkirina nexşe û plana êrîşa li ser baregehên leşkerî yên li deverê di 21'ê Mijdara 1983'an de ev plan hat bicihanîn, piştî ku Pêşmerge di dema diyarkirî de êrişî bingeh û baregehên wan kirin, karîn di demek kim de wan bigrin û ziyaneke mezin bidin wan. Ji bilî ziyanên ku gihiştine hêzên hikûmetê, tirsa wan jî hebû ku Pêşmerge li wê deverê hene û êrîşên li ser bingeh, navend û baregehên leşkerî yên Be'sê didomin û çalakiyê li herêmê deng veda, lê belê di wê dastanê de ziyan gihîştin hêzên Pêşmerge û di wî şerî de 3 pêşmergeyên bi navên Salih Omer, Enwer Xerdinî û Zubêr Haris Mamîskî şehîd bûn ([5]).
Çavkanî:
-
Haşim Şêrwanî, Herêma Barzan, Erdnîgarî, Dîrok û Çandî, Çapa 1, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Hewlêr, 2008.
-
Hacî Mîrxan Dolemerî, Lêgerîna Dadperweriyê, Berg 2, Çapa Duyem, Kurdistan – 2021.
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021.
-
Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê – Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî) Berg 1, çapa yekem, çapxaneya Rojhelat, 2021.
[1]- Haşim Şêrwanî, Herêma Barzan, Erdnîgarî, Dîrok û Çandî, Çapa 1, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Hewlêr, 2008, r 26.
[2]- Haşim Şêrwanî, Heman Çavkanî, r 246.
[3]- Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê – Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî) Berg 1, çapa yekem, çapxaneya Rojhelat, 2021, r 369.
[4]- Hacî Mîrxan Dolemerî, Lêgerîna Dadperweriyê, Berg 2, Çapa Duyem, Kurdistan – 2021, r 252.
[5]- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021, r 61.