Jiyanname
Ehmed Mistefa Şiwan di 1ê Tîrmeha 1919an de li gundê Kanyelincê yê navçeya Mêrgasorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, ji ber dûrbûna xwe nikaribû biçe dibistanê, her li wir zewiciye. Di sala 1932an de koçberî welatê Tirkiyeyê dibe, ji sala 1945 heta 1947 koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye, di sala 1975’an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberî welatê Îranê dibe û li wir bi cih bû, piştî Serhildana Kurdistanê di sala 1991ê de vegeriya Kurdistanê. Ji bilî zimanê dayikê, wî sê zimanan jî dizanibû: Erebî, Farisî û Îngilîzî.
Xebatname
Ehmed Mistefa Şiwan di sala 1943an de beşdarî Şoreşa Duyem a Barzanê bû û di sala 1945an de li Dastana Meydana Morîkê di êrişa ser artêşa Iraqê de roleke çalak list, di sala 1945an de piştî Şoreşa Barzan a Duyem li gel Şêx Ehmed Barzanî û Mela Mistefa Barzanî koçberî Rojhilatê Kurdistanê dibe, piştî damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê weke fermandar û pêşmerge beşdar bûye.
Di sala 1961ê de ji hêza Lêkder beşdarî Şoreşa Îlonê dibe, di Şoreşa Îlonê de çend pileyên leşkerî wergirtine, di nav wan de serliq û fermandeyê betalyonê di hêza Balek de û berpirsê îdarî û leşkerî yê baregeha Barzanî.
Di sala 1976’an de di destpêka Şoreşa Gulanê de beşdarî dibe, pileya fermandariya Hêza 30 a Hêza Barzan wergirtiye, her wiha kargêrê liqa duyem a baskê rastê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berpirsê hêzên Pêşmergeyên rêxistina Baran bû, piştî Serhildana Kurdistanê di sala 1991ê de vegeriya Kurdistanê û beşdarî serhildanê bû, piştî avakirina artêşa Pêşmerge, pileya fermandarê lîwaya yekîneya 47 wergirt. Di heman salê de bi fermana Serok Mesûd Barzanî wek serokê Komîteya Civakî ya Şîrwan 2 hat destnîşankirin.
Di çend şeran de beşdar bûye, di nav wan de şerê Meydan Morîkê û Goretu, şerê Çiyayê Qelender û Badilyanê, her wiha lidel hêza Barzan di dema Komara Kurdistanê de li şerê Seqiz, Nexede, Ilbe Kwîka, Nelos, Şino û Mergewer li dijî artêşa Îranê beşdar bûye.
Di Şoreşa Îlonê de beşdarî gelek şerên li dijî artêşa Iraqê bûye, ji wan jî Lomana, Zawîte, Serê Zêrê, Serê Akrê, Sîdekan, Balekayetî, Hîran, Nazenîn, Gomespan, Spîlk, Rêzan, Mêrgesor, Kuran, Sarkê, Çemê Dudmera û gelyê Omer Axa li Diyana.
Di dema pêşmergetiyê de çend caran birîndar bûye, di 26’ê Îlona 1945’an de li Çiyayê Qelenderê çavê xwe yê rastê winda dike, di 15'ê Adara 1947'an de di şerê Nelosê de, di 17'ê Îlona 1963'an de di şerê Çemê Dudmera de, 1966 di Şerê gelyê Omer Agayê de.
Di sala 1947an de piştî vegera hêzên Barzan ji Rojhilatê Kurdistanê, ligel Mistefa Xoşnaw, Mihemed Mehmûd Qudsî, Xeyrullah Ebdulkerîm û Izet Ebdulezîz di zindanên Bexda û Mûsilê de tê girtin, sizayê bidarvekirinê lê hat birîn, lê piştre sizayê wî hat guherandin û 20 sal sizayê girtîgehê hat birîn.
Şeva 24-25ê Gulana 2010an li Nexweşxaneya Komarê ya Hewlêrê koça dawî kiriye
.Çavkanî:
- 1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.