Jiyanname
Dadwer Reşîd Ebdulqadir Selîm, bi navên (Reşîd Ebdulqadir Hemawî û Zagros), hatiye nas kirin. Di sala 1922 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1944 an de li kolêja maf ya Bexdayê hatiye wergirtin. Di sala 1948 an de bekaloryosê li kolêja maf ya Bexdayê bi dest ve aniye. Di sala 1948 an de bi karê parêzeriyê ve mijûl bûye.
Mamostayê beşa yasa ya Zanîngeha Bexdayê bûye. Li 22 ê tişrîna duyema 1958 an de bi fermaneke komarî û wajoya Encumena Serweriya Iraqê bi Dadwer li Dûzxurmatû ya ser bi parêzgeha Kerkûkê hatiye damezrandin. Li 29 ê kanuna yekema 1958 an bi fermaneke komarî ya bi wajoya Encumena Serweriya Iraqê bi Dadwerê Sizadanê ya bi pile yek hatiye destnîşan kirin. Li meha kanuna yekema sala 1973 an de Dadwerê Dadgeha Yekema Destpêkî ya Dihokê û Serokê Lîjneya Hûrgiliyan ya li parêzgeha Dihokê bûye. Li nava sala 1973 an de Serokê Dadgeha Tawanên Mezin a Hewlêrê bûye. Di sala 1978 an de Serokê Lîjneya Hurgiliyên Wezareta Dad bûye. Li sala 1979 an de Cîgirê Serokê Dadgeha Têhelçûnên Navçeya Otonomî ya Kurdistanê bûye. Di sala 1980 an de ji aliyê Desteya Bilinda Çavdêriya Hilbijartinên Navçeya Otonomî ya Kurdistanê ve bi Serokê Navçeya Yekem a Hewlêrê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1982 an de Serokê Dadgeha Têhelçûnên Navçeya Otonomî ya Kurdistanê bûye û di sala 1988 an de hatiye xanenişîn kirin.
Li rojên 23 heta 28 ê kanûna yekema 1992 an de ji aliyê Bereya Kurdistanê ve ew kirine endamê lîjneya panzdeh kesî ya nivîsîna proje yasaya Encumena Niştimaniya Kurdistanê. Di sala 1992 endamê lîjneya sêzdeh kesî ya dadweran û yasazanan ya ji bo serpereştiya pêvajoya hilbijartina xula yekema Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 1992 an de endamê lîjneya sê kesî şêwirmendên yasaya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Li 16 ê kanûna duyema 1993 an de bi biryara jimare 48 wekî Serokê Dadgeha Têhelçûnên Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin û li ber Encûmena Niştimaniya Kurdistanê da sonda yasayî xwariye. Li meha tişrîna yekema 1994 an de li ser vexwendineke fermî ya zanîngeha Princeton ya li Wîlayeta New Jersey ya li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê beşdariya konferansa zanîngehan de kiriye û di derbarê paşeroja destûra Iraqê ya piştî rejîma Be'es û bi mafê Kurd de gotar pêşkêş kiriye. Li 25 ê temuza 1999 an de wekî Serokê Dadgeha Têhelçûnan li baregeha taybetî ya Dr Roj Nurî Sedîq naskirî bi Dr Roj Şaweys Serokê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşwazî kirin. Di sala 2001 an de Dadwer bûye û Serokê Dadgeha Temîzî ya Herêma Kurdistanê bûye. Di sala 2005 an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye xanenişîn kirin. Li 12 ê hezîrana 2005 an de li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî bûye.
Xebatname
Di sala 1939 an de yek ji damezrênerên Komeleya Stêrên Hîwa ya li parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1939 an de peywendiyê bi rêzên Komeleya Darker ve kiriye. Di sala 1939 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwaya Kurd re kiriye û yek ji endamên wê yên çalak ya li Hewlêrê bûye ku bi navê nihênî Zagros hatiye nas kirin û li beşa peywendiyên di navbera Hewlêr û Musilê da kar kiriye. Li nava sala 1941 an de ji ber piştgîriya li tevgera Reşîd Alî (1893 - 1965) nas kirî bi Reşîd Geylanî de beşdariya xwepêşandanên bajarê Hewlêrê kiriye û li ser daxwaza karbidestên Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya ve ji aliyê desthilatdarên Şahnişîna Iraqê ve hatiye bend kirin.
Di sala 1942 an de endamê yekemîn şaneya (Marksîst-Lenînîst) a bajarê Hewlêrê bû. Di sala 1942an de, piştî girtina Dr. Ce'fer Mihemed Kerîm (1910-2000), ku bi Dr. Ceifer Feylî tê naskirin, parêzer Ewnî Yûsif Ehmed (1908-1988) û Hesen Taha Ebdûlezîz (1915-1999), ku bi Hesen Ketanî tê naskirin, serpereştiya xwepêşandana xwendekaran li bajarê Hewlêrê kir û hat girtin, heta ku paşê bi kefaleta 200 dînarî, ku di wê demê de pereyekî gelekî zêde bû, hat berdan. Di sala 1944an de civîna hevbeş a Komeleya Millet û (Wehdet el-Nîdal) bi mebesta yekbûnê, li mala wî li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin. Di sala 1945an de endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Komunistan li Kurdistana Iraqê (Hizba Şoreş) bû. Di sala 1945an de tevlî refên Hizba Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1945 an de endamê desteya nivîskarên rojnameya Rizgarî, organa Partiya Rizgarî ya Kurd, bû. Di sala 1946 an de, wek nûnerê Partiya Rizgarî ya Kurd di nav xwendekarên Kurd ên bajarê Bexdayê de, alîkarî ji bo Komara Demokratîk a Kurdistanê kom dikir. Di destpêka havîna 1946 an de, bû nûnerê kongreya duyem a ji bo xwe-hilweşandina Partiya Komunistan li Kurdistana Iraqê (Partiya Şoreş) li bajarê Bexdayê û deng ji bo tevlîbûna nav Partiya Dêmokrat a Kurd de da.
Di sala 1946 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Yekem) hate hilbijartin. Di sala 1946 an de yek ji berpirsên Partiya Dêmokrat a Kurd li parêzgeha Hewlêrê bû. Di sala 1948 an de, li dijî Hikûmeta paşayetî Iraqê, nûnerê Partiya Dêmokrat a Kurd di Komîteya Hevkariya Niştimanî de bû, ku ji Partiya Dêmokrat a Niştimanî, Partiya Komunistan ya Iraqî, Partiya Serbixweyî, Partiya Gel û Partiya Dêmokrat a Kurd pêk dihat, ku li dijî Peymana Portsmouth a ku di navbera Şahnişîna Yekgirtî ya Brîtanyayê û Şahnişîna Iraqê de hatibû girêdan, kar dikirin. Di sala 1948 an de di xwepêşandanên bajarê Bexdayê de yên li dijî Peymana Portsmouth, bi guleya polîsên Şahnişîniya Iraqê birîndar bû. Di sala 1948 an de berpirsê rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurd ya li hemû kolej û peymangehên Bexdayê bû.
Di sala 1948 an de, piştî îtirafên Malik Seyf, endamê serkirdayetiya Partiya Komunistan ya Iraqî, hate girtin û di Dadgeha Leşkerî ya Urfî ya Yekem de bi sê salan karê giran û du salan di bin çavdêriya polîsan de hatiye sizadan û li girtîxaneya çol û biyabanên Nugre Selman de hatiye bend kirin. Di sala 1951 an de ji girtîxaneyê hatiye berdan û ji bo bajarokê Ane ya li rojavayê Iraqê hatiye dûr xistin. Di sala 1953 an de ji bo demeke kurt bo bajarokên Xurmatû û Xaneqînê hatiye dûrxistin û sirgûnkirin. Demekê bo bajarê Kerkûkê hatiye sirgûnkirin. Di sala 1953 an de, di serhildana cotkarên deşta Hewlêrê de ya li dijî derebegan de, bi dildarî û xwebexşî parêzeriya girtiyan kiriye. Di sala 1953 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hatiye hilbijartin. Di sala 1955 an de dev ji karê partîtiyê berdaye. Di sala 1958 an de li bajarê Bexdayê pêşwaziyê li Serok Mistefa Barzanî û hevalên wî kiriye ku ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyan axa welat. Di sala 1964 an de peywendiyeke wî ya nihênî bi serkirdayetiya Şoreşa Îlonê re hebûye.
Di sala 1999 an de piştgiriya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikir. Roja Çarşema, 16ê Tebaxa 2000 an, di rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, de gotaran belav kiriye. Di sala 2000 an de, di rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, dest bi rêze gotarekê li ser Serok Mistefa Barzanî belav kiriye. Di Sibata 2001an de, şehîdkirina mamoste Franso Toma Kanun (1934 - 2001), ku bi Franso Herîrî tê naskirin, ji aliyê destên koma (Ensar el-Îslam) ve protesto kir.
Çavkanî:
1 - Îbrahîm Ehmed, Lêkolînek li ser xebata kake Omer Debabe (Beşek ji têkoşîna Kak Umer Debabe), Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, hejmar 303, sala duyem, Hewlêr, În, 29 ê Kanûna Duyem 1993, r. 5.
2 - Ezîz Hesen El-Barzanî, El-Hereke el-Qewmiye el-Kurdiye et-Tehruriye fî Kurdistan el-Iraq 1939-1945 (Tevgera Neteweyî ya Rizgarîxwaz a Kurdî li Kurdistana Iraqê 1939-1945), (Dihok - Weşanxaneya Spîrêz - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r. 91, 96.
3 - Reşîd Ebdulqadir, Barzanî Nemir remzî dadperwerîye (Barzaniyê Nemir sembola dadperweriyê ye), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3050, Hewlêr, Sêşem, 14ê Adara 2000, r. 2.
4 - Reşîd Ebdulqadir, Her gelêk qaremanî mêjûyî xoy heye (Her gelek xwedî qehremanê xwe yê dîrokî ye), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3.201, Hewlêr, Şemî, 2000, r. 3.
5 - Botan Tehsîn, Partî têkray çînekanî gel û sercem keme neteweyîyekan û ayîne ciyawazekan le xo degrêt (Partî hemû çînên gel û tevahiya kêmîneyên neteweyî û olên cuda yên di nav xwe de digre), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2.901, Hewlêr, Duşem, 16 ê Tebaxa 1999, r. 2.
6 - Mehkemet Temîz Iqlîm Kurdistan el-Iraq tudîn cerîmet istişahad el-munazil Franso Herîrî (Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistana Iraqê tawana şehîdkirina têkoşer Franso Herîrî şermezar dike), Saziya Gulan a Çand û Ragihandinê, hejmar 57, sala pêncem, Hewlêr, 28 ê Sibata 2001, r. 16.
7 - Mehdî Mihemed Qadir, Pêşhate siyasîyekanî Kurdistanî Iraq 1945 - 1958 (Bûyerên siyasî yên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958), (Silêmanî - Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê - 2005), r. 50-51, 72, 92, 101, 106, 122, 123-125, 132, 155, 266, 354.
8 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr le nêwan salanî (1958-1963) lêkolîneweyeke le barudoxî siyasî (Hewlêr di navbera salên (1958-1963) de, lêkolîneke li ser rewşa siyasî), (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2012), r. 55.
9 - Cemal Baban, Silêmanî şare geşawekem (Silêmanî, bajarê min ê geş), berga sêyem, çapa duyem, (Hewlêr - Saziya Çap û Weşanê ya Aras - Çapxaneya Aras - 2012), r. 320, 324.
10 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr le nêwan salanî 1963-1970 lêkolîneweyekî mêjûyîye le barudoxî siyasî (Hewlêr di navbera salên 1963 - 1970 de, lêkolîneke dîrokî li ser rewşa siyasî), (Hewlêr - Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn - 2016), r. 59, 67, 69, 71.
11 - Mam Celal, Salî kongrey xwêndkaran (Sala kongreya xwendekaran), beşa pêncem, Kovara Xak, hejmar 14, sala duyem, Silêmanî, Çapxaneya Ofseta Dilêr, 10 ê Tebaxa 1998, r. 7.
12 - Silêman Mistefa Hesen, Kurd û yekem ezmûn (Kurd û ezmûna yekem), (Hewlêr - Çapxaneya Karo - 2017), r. 40.
13 - Amadekar: Mumtaz el-Heyderî, Muxtarat min muzekirat Salih el-Heyderî (Bijarte ji bîranînên Salih el-Heyderî), çapa duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Renc - 2004), r. 13, 14, 16, 43, 46, 49, 325.
14 - Î'lan (Daxuyanî), Rojnameya El - Teaxî, hejmar 1.314, Bexda, Çapxaneya El Times, Yekşem, 19 ê Tebaxa 1973, r. 13.
15 - B. Hewraz, Kurte lêkolîneweyek lemer damezrandin û helweşandinewey Hizbî Şoreş û Rizgarî le Kurdistanî Başûr (Lêkolîneke kurt di derbarê damezrandin û hilweşandina Partiya Şoreş û Rizgarî li Kurdistana Başûr), (Bê cih - Gulana 1993), r. 10.
16 - Botan Tehsîn, Partî têkray çînekanî gel û sercem neteweyîyekan û ayîne ciyawazekan le xo degrêt (Partî hemû çînên gel û tevahiya kêmîneyên neteweyî û olên cuda di nav xwe de digre), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmar 2.901, Hewlêr, Duşem, 16 ê Tebaxa 1999, r. 2.
17 - Boçûnêk heye delê debê Kurdistan konfîderalî bêt, (Nêrînek heye dibêje divê Kurdistan konfederalî be), Rojnameya Gulan, hejmar 25, Hewlêr, 6 ê Cotmeha 1994, r. 1.
18 - Bekir Şakir Karwanî, Elî Fettah Dizeyî şaîr û nûser û têkoşer (Elî Fettah Dizeyî helbestvan, nivîskar û têkoşer), (Hewlêr - Wezareta Rewşenbîrî - 2004), r. 25, 53, 54.
19 - Ferhad Ewnî, 36 name û çend kesayetîyekey dîwanî min (36 name û çend kesayetiyên dîwana min), (Hewlêr - Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn - 2019), r. 59.
20 - Mihemed Sehl Tiqûş, Tarîx el - Ekrad 637 - 2015 (Dîroka Kurdan 637 - 2015), (Beyrût - Dar el - Nefaîs ji bo Çap, Weşan û Belavkirinê - 2015), r. 201, 203.
21 - Beyan reqem 19 (Daxuyaniya hejmar 19), Rojnameya Weqaî' el - Iraqiye, Wezareta Ragihandinê li Iraqê, hejmar 2.302, sala şazdehem, Bexda, Duşem, 10 ê Kanûna Yekem 1973, r. 11.
22 - Beyan reqem 54 (Daxuyaniya hejmar 54), Rojnameya Weqaî' el - Iraqiye, Wezareta Dadê, hejmar 2.691, sala bîst û yekem, Bexda, Duşem, 8 ê Kanûna Duyem 1979, r. 21.
23 - Beyan reqem 6 (Daxuyaniya hejmar 6), Rojnameya Weqaî' el - Iraqiye, Wezareta Dadê, hejmar 2.791, sala bîst û sêyem, Bexda, 25 ê Tebaxa 1980, r. 21.
24 - Beyan Wezîr el-Maliye reqem 4 (Daxuyaniya Wezîrê Darayî hejmar 4), Rojnameya Weqaî' el - Iraqiye, Wezareta Dadê, hejmar 2.657, sala bîstem, Bexda, Duşem, 5 ê Hezîrana 1978, r. 29.
25 - Beyan (Daxuyanî), Rojnameya Weqaî' Wezara Al Ilam fil el - Iraqiye, (Wezareta Ragihandinê li Iraqê,) hejmar 2.298, sala şazdehem, Bexda, Duşem, 26 ê Mijdara 1973, r. 3.
26 - Pîtakî Yaney Bruskî Hewlêr (Beşdariya Yaneya Brusk a Hewlêrê), Kovara Hetaw, hejmar 121, sala 4, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, În, 31ê Kanûna Duyem 1958, r. 6.
27 - Çiley matemînî xwalêxoşbû Hakim Reşîd berêwe çû (Çileya şîna xwedê jêrazî Hakim Reşîd birêve çû), Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmar 1.863, Hewlêr, Şemî, 23 ê Tîrmeha 2005, r. 1, 14.
28 - Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx el - Hizb el - Dîmuqratî el - Kurdistanî - el - Iraq (fî mehetat reîsîye) 1946 -1993 (Dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê - Iraq (di qonaxên sereke de) 1946 - 1993), (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998), r. 35, 41, 50.
29 - Hesen Letîf el - Zubeydî, Mewsû'et el - Ehzab el - Iraqiye (Ansîklopediya Partiyên Iraqî), (Beyrût - Saziya el - Arif ji bo Weşanan - 2007), r. 338, 348, 459.
30 - Dadgay Temyîzî Herêmî Kurdistan pêkhat, naw û jiyanî wezîranî Hikûmetî Kurdistan (Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê pêk hat, nav û jiyana wezîrên Hikûmeta Kurdistanê), Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, hejmar 292, sala duyem, Hewlêr, Yekşem, 7 ê Kanûna Duyem 1993, r. 1.
31 - Reşîd Ebdulqadir, Peyvêk le 16 î Ab da (Gotinek di 16 ê Tebaxê de), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmar 3.157, Hewlêr, Çarşem, 16 ê Tebaxa 2000, r. 3.
32 - Roşna Elî, Le çiley Hakim Reşîd Ebdulqadir da (Di çileya Hakim Reşîd Ebdulqadir de), Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmar 1.861, Hewlêr, Pêncşem, 21 ê Tîrmeha 2005, r. 11.
33 - Serokî Encumenî Niştimanî Kurdistan çawî be serokî Dadgay Temyîz dekewê (Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê bi Serokê Dadgeha Temyîzê re dicive), Rojnameya Birayetî, hejmar 3.520, Sêşem, 23 ê Cotmeha 2001, r. 4.
34 - Seyîd Elî Mucanî, Sulmaz Sidqî, AIhe Ne'metî, Ferheng-i Rical û Xanedanha-yi Mu'asir-i Iraq (Ferhenga Zilam û Malbatên Hevdem ên Iraqê), (Tehran - Neşrî Uzam - 1.392 şemsî), r. 508.
35 - El - Şurte el - Amme, Şu'bet Mudîriyet el - Tehqîqat el - Cinaîye, Mewsû'e sirriye xasse bil - Hizb eş -Şîûî el - Iraqî es - Sirrî (Ansîklopediya Nihênî ya taybet bi Partiya Komunistan ya Iraqî ya - Veşartî), beşa çarem, (Bexda - Çapxaneya Hikûmetê - 1949), r. 179, 182.
36 - El - Şurte el - Amme, Şu'bet Mudîriyet el - Tehqîqat el - Cinaîye, Mewsû'e sirriye xasse bil - Hizb el -Şûî el - Iraqî el - Sirrî (Ansîklopediya Nihênî ya taybet bi Partiya Komunistan ya Iraqî ya - Veşartî), beşa pêncem, (Bexda - Çapxaneya Hikûmetê - 1949), r. 215.
37 - Şe'ban Elî Şe'ban, Hendêk zanyarî siyasî û mêjûyî (Hinek agahiyên siyasî û dîrokî), çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013), r. 103, 108.
38 - Şîlan, Hizbî Hîwa û çend bîrewerîyek (Hizba Hîwa û çend bîranîn), Rojnameya Kurdistanî Niwê, hejmar 5, sala yekem, Pêncşem, 30 ê Kanûna Duyem 1992, r. 5.
39 - Tariq Cambaz, Hizbî Hîwa le lîway Hewlêr (Hizba Hîwa li lîwaya Hewlêrê), (Hewlêr - Kovara Yasaparêzî - Çapxaneya Wezareta Çandiniyê - 2005), r. 14, 16, 26, 32, 34, 38, 39, 41, 46, 49, 88, 118, 121.
40 - Ebdulcebar Ebdul Mustefa, Tecrîbet el - Emel el - Cebhewî fîl - Iraq beyn 1921 - 1958 (Ezmûna Karê Eniyê li Iraqê di navbera 1921 - 1958 de), (Bexda - Dar el - Hurriye ji bo Çapê - 1978), r. 141, 222.
41 - Ebdulrezaq Mitlek el - Fehd, El - Ehazab el - Siyasîye fîl - Iraq we dewruha fîl - Hereke el - Wetenîye wel - Qewmiye 1934 - 1958 (Partiyên Siyasî li Iraqê û rola wan di Tevgera Niştimanî û Neteweyî de 1934 - 1958), (Beyrût - Şirketa el - Metbûat ji bo Belavkirin û Weşandinê - 2011), r. 240, 247, 249.
42 - Ebdulsettar Tahir Şerîf, Tarîx el - Hizb el - Sewrî el - Kurdistanî (Dîroka Partiya Şoreşger a Kurdistanê), çapa duyem, (Bexda - Weşanên Sewre - 1979), r. 35, 41.
43 - Elî Ebdulla, Mêjûy Partî Dîmukratî Kurdistan - Iraq ta bestinî Kongrey sêyemî (Dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê - Iraq heta sazkirina Kongreya Sêyem), (Bê cih - Îlona 1968), r. 24-25.
44 - Feysel Debax, "Le sî û yekemîn salrojî koçî diwayî kirdinî da" (Di sîh û yekemîn salvegera koça dawî ya wî de), Rojnameya Birayetî, hejmar 1.955, Hewlêr, Duşem, 30 ê Gulana 1994, r. 3.
45 - Feysel el - Debax û Emîr Findî, "Kuntu ene el - Marksî el - Wehîd fî Erbîl!" (Ez Marksîstê tenê yê Hewlêrê bûm!), beşa yekem, Kovara Gulan el - Erebî, Saziya Gulan a Ragihandinê, hejmar 11, Hewlêr, 25 ê Nîsana 1997, r. 16.
46 - Kerîm Zend, Xerman - Şara, (Silêmanî - Çapxaneya Ezmer - 2003), r. 211.
47 - Goran Soran Feyzî, Barî edebî le şarî Hewlêr le nêwan salanî 1935 - 1958 (Rewşa wêjeyî li bajarê Hewlêrê di navbera salên 1935 - 1958 de), (Hewlêr - Saziya Çap û Weşanê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2006), r. 20.
48 - Maruf Xeznedar, Rojgarî min peyda bûn 1930 - 1949 (Rojên min ên çêbûnê 1930 - 1949), berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2009), r. 118.
49 - Mam Celal, Munadil zû xîsal hemîde we secaya însanîye we sifat nadîre we xuluq refî' (Têkoşerê xwedî xisletên pesinandî, taybetmendiyên mirovî, sifetên kêmwêne û exlaqê bilind), Rojnameya el - Ittihad, rojnameya navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, hejmar 384, sala heştem, Silêmanî, În, 5 ê Tebaxa 2000, r. 3.
50 - Mehmûd Zamdar, Le dîdarî têkoşerêk da (Di hevdîtina têkoşerekî de), Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmar 632, Hewlêr, Yekşem, 16 ê Tebaxa 1992, r. 5.
51 - Mihemed Fatih, Peresendinî jiyanî hizbayetî le Kurdistanî Başûr da (Pêşketina jiyana partîtîyê li Kurdistana Başûr), (Hewlêr - Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn Hewlêr - 2014), r. 373-374.
52 - Mersûm Cumhurî reqem 494 (Fermana Komarî hejmar 494), Rojnameya Weqaî' el-Iraqiye, Wezareta Îrşadê li Iraqê, hejmar 102, sala yekem, Bexda, Çapxaneya Hikûmetê, Çarşem, 31 ê Kanûna Yekem 1958, r. 1.
53 - Mersûm Cumhurî reqem 625 (Fermana Komarî hejmar 625), Rojnameya Weqaî' el-Iraqiye, Wezareta Îrşadê li Iraqê, hejmar 112, sala yekem, Bexda, Yekşem, 18 ê Kanûna Duyem 1959, r. 5.
54 - Mesûd Barzanî, El-Barzanî wel-Hereke et-Tehruriye el - Kurdiye (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd), berga yekem, çapa duyem, (Beyrût - Kawa ji bo Çanda Kurdî - 1997), r. 217, 218.
55 - Mela Farûq Şiwanî, Hemû Kurd (Hemû Kurd), berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997), r. 229.
56 - Mehdî Mihemed Qadir, Rolî Kurd le bizûtinewey aştîxwazan le Iraq da 1951 - 1963 (Rola Kurd di tevgera aştîxwazan de li Iraqê 1951 - 1963), (Hewlêr - Xaneya Mukriyanî ji bo Çap û Weşanê - Çapxaneya Mukriyanî - 2015), r. 19, 20.
57 - Mehdî Mihemed Qadir, Hewlêr le salanî 1926 - 1939 (Hewlêr di salên 1926 - 1939 de), (Hewlêr - Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013), r. 287.
58 - Nûrî Talebanî, Mamosta Reşîd Ebdulqadirî qanûnzan û Kurdperwer yadet bexêr (Mamoste Reşîd Ebdulqadirê yasazan û Kurdperwer, bîranîna te bi xêr be), Kovara Gulan, hejmar 544, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 7 ê Tîrmeha 2005, r. 38, 39.
59 - Nûrî Şawêys, Min muzekiratî (Ji bîranînên min), (Bê cih - Weşanên Partiya Gel Al - Dîmuqratî el -Kurdistanî - 1985), r. 34.
60 - Yesteqbil reîs mehkemet el - Temyîz (Pêşwaziya Serokê Dadgeha Temyîzê dike), Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrata Kurdistanê - Yekbûyî, hejmar 935, Hewlêr, În, 30 ê Tîrmeha 1999, r. 2.