Ebdula Sedîq Ehmed Sayib Teha, bi navên (Reîs Ebdula Berwarî û Dûpişk), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1945 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Rizgarî Kurd re kiriye û bi navê nihênî " Dûpişk" xizmetê kiriye. Di sala 1950 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1950 an de çûye rêzên artêşa Lîvî, li 3 ê Gulana 1955 an de beşdariya xuleke şeş mehî ya artêşa Iraqê de kiriye û bi pileya mulazimê duyem derketiye. Di sala 1979 an de kongreya nehem de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1981 an de li bajarê Vîyena koça dawî kiriye.
Jiyanname
Ebdula Sedîq Ehmed Sayib Teha li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1945 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Rizgarî ya Kurd re kiriye û bi navê nihênî yê (Dûpişk) xizmetê kiriye. Di sala 1950 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1950 an de çûye nav rêzên artêşa Lîvî ku li jêr serpereştiya artêşa Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya bûye. Li rêkefta 3 ê Gulana 1955 an de beşdariya xuleke şeş mehî ya artêşa Iraqê de kiriye û bi pileya mulazimê duyem jê derketiye. Di sala 1960 an de şerefa endametiya Partiya Demokrata Kurdistanê wergirtiye. Di salên (1965 - 1967) an ji ber çalakiyên siyasî ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Artêşa Iraqê ve li bendîxaneya Nugre Selman hatiye bend kirin û ji nava rêzên artêşa komara Iraqê hatiye derxistin. Di sala 1967 an de piştî azad kirina ji bendîxaneyê bi pileya neqîb peywendiyê bi rêzên şoreşê re kiriye.
Xebatname
Ebdula Sedîq Ehmed Sayib Teha di sala 1967 an de fermandeyê betalyona Sê Surdaş ya ser bi hêza rizgarî ya ser bi leşkerê sê bûye. Di sala 1967 an de Cîgirê Fermandeyê Hêzên Rizgarî ya ser bi leşkerê sê bûye. Di sala 1968 an de beşdariya şerê Surdaş ya li dijî bi hêzên artêşa Iraqê de kiriye. Li 6 ê tişrînaî duyem ya 1969 an de yek ji wan fermandeyên şerê Merge ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ya li dijî bi helmeta artêşa Iraqê bûye. Di dawî ya sala 1969 an de yek ji fermandeyên şerê Surdaş ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bûye. Di sala (1969 - 1970) an de fermandeyê hêzê Rizgarî ya ser bi leşkerê sê bûye. Di sala 1970 an de li piştî peymana 11 ê Adarê ya li navbera serkirdayetiya şoreşa Eylûlê û Hikûmeta Iraqê de bi pileya Raîd fermandeyê betalyona şeş ya Surdaşî pasevanên tixûb (Heres Al Hidud) hatiye destnîşan kirin.
Di sala 1971 an de ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve fermana girtina wî derketiye û peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1974 an de duyemîn cara peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Şahnişînê Îranê bûye. Li meha nîsana 1975 an de Serok Mesûd Barzanî bi mebesta amadekariya ji bo Şoreşa Gulanê peywendiyê pê re kiriye. Di salên (1976 - 1979) an de mala wî li bajaroka Kerec ya nêzîkî bajarê Tehranê li Şahnişîna Îranê penagehê wan Pêşmergeyan bû ku ji navçeyên azad kirî dihatin veguhestin û li wir bi mebesta çareseriyê dihatin vegerandin. Di sala 1977 an de bi mebesta çareseriyê diçe bajarê Londonê û di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (kongreya nehem) de hatiye hilbijartin. Di sala 1979 an de li yekemîn civîna komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Li meha tebaxa 1979 an de ji ber nexweşiyê daxwaza mafê penaberiyê ji Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya yê kiriye.
Li meha kanûna yekema 1979 an de berpirsê yekemê hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye ku li lîjneya leqa du û lîjneya leqa sê û lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pêk dihat û li çiyayê Bemo ve wekî navendê destpêkê bûn. Li dawî ya sala 1980 an de weke fermandeyek û endamê mekteba serbazî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariyê li şerê Hacî Omeran ya ser bi parêzgeha Hewlêrê de dijî bi hêzên artêşa Iraqê da kiriye û li vê şerê de birîndar bûye. Li roja 28 ê tişrîna yekem ya 1981 an de li bajarê Viyena bi nexweşiya şêrpenceya cerg koça dawî kiriye û her li wir bi emanetî ve bi axê hatiye spartin. Li roja 4 ê tişrîna duyema 2001 an de termê wî li tixûbê Hacî Omeran ve ber bi Başûrê Kurdistanê hate anîn û li goristana Şaxkê ya li bajarê Dihokê bi axê hate spartin. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî û Îngilîzî û Farisî bûye.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.