Omer Elî Halo

Omer Elî Halo Sindî, di sala 1949 li gundê Bosel ya li bajaroka Derkarê ya ser bi qeza Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 Elî Halo yê bavê wî Fermandeyê Betalyona Yekê (1) Pêşmerge li Zaxo bûye. Li wê serdemê da Omer Elî karên nivîsînên bavê xwe birêvebiriye. Li 28 ê Eylûla 1968 Elî Halo li şerê Batîfa de şehîd bûye û Omerê kurê wî cihê wî girtiye û li şerên Kemeka û çiyayê Zaxo de beşdar bûye.


Di sala 1970 bûye Serpel li pasewanê tixûbî ya Zaxo. Di sala 1974 erkê Fermandeyê Betalyona Yekê (1) Zaxo wergirtiye. Li heman salê da beşdariya şerên Çiyayê Spî, Koxa Nêriya, Geruya Omer Axa ya nahiye ya Diyana ya parêzgeha Hewlêrê de kiriye.

 

Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê, çûye Bakûrê Kurdistanê û bi qaçaxî li gundên Fereşîn, Melîsê, Beytulşebab, Uludere û paşê jî bajarên Wan û Batmanê maye. Li meha Kanuna Yekema sala 1979 bi malbata xwe ve derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di destpêkê de li wargeha Zêwe yê nîştecîh bûye û paşê li meha Adara sala 1980 çûye bajarê Nexede û hevkariya hêzên Ebdulrehîm Cesîm û Elî Xelîl Xoşewî kiriye. Di sala 1982 bi Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalîd û Mulazim Yunis re vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û devera Mêrgesora parêzgeha Hewlêrê û hema 6 mehan li navçeya Ketîne bûye. Di sala 1991 di dema serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê bi hêzekî Pêşmergeyên Zaxo vegeriyaye Hacî Omeran. Li heman salê da bûye Fermandeyê Hêzên Hemrîn li Zaxo. Di sala 1997 erkê hemahengiya peywendiyên di navbera PDK û Tirkiye li Silopî ya derbasgeha tixûbî wergirtiye.

 

Omer Elî Halo, ji bilî wê yekê ku bavê wî li şoreşa Eylûlê de şehîd bûye, dayik û birayekî wî jî bi navê Lezgîn li sala 1964 li mala wan da bi avêtina narincokan hatine şehîd kirin. Her wiha heşt pismamên wî li salên 1964 û 1965 de hatine şehîd kirin. Di sala 2010 li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir