Nadir Hewramî

Siyasetmedar û Pêşmerge, Nadir Elî Murad, bi navên (Nadir Hewramî û Nale Hewramî), hatiye nas kirin. Di sala 1979 an de bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Jiyanname

Nadir Elî Murad ji dayik bûyê bajarê Helebçe ye. Di sala 1952 an de ji rêzên artêşa Iraqê derketiye û li dola Xelanî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê peywendiyê bi rêzên Hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Şahnişîna Îranê bûye. Li 26 ê hezîrana 2013 an de li Komara Awusturya koça dawî kiriye û li 28 ê hezîrana 2013 an de li goristana Şêx Ehmed ya li bajarê Hewlêrê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bûye.


Xebatname

Nadir Elî Murad di sala 1963 an de li bereya Mêrgesorê ya li parêzgeha Hewlêrê berketiyê çekê Fosforê hêza asmanî ya Iraqê bûye. Di sala 1963 an de li çiyayê Şîrîn ya li devera Barzan ya ser bi tixûbê parêzgeha Hewlêrê hevdîtinê bi Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) kiriye. Di sala 1963 an de beşdariya Şerê Hesen Begê ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kiriye û têda birîndar bûye. Di sala 1965 an de bûye Serleq ya li hêza Xebat. Di sala 1969 an de bûye fermandeyê betalyona heft ya hêza Xebat. Li meha Tebaxa sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê yên li devera Hewraman re kiriye. Di sala 1978 an de bûye berpirsê lîjneya leqa sê û çar. Di sala 1979 an de li kongreya nehem de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1979 an de bûye cîgirê berpirsê lîjneya leqa çar. Di sala 1981 an de berprsê lîjneya leqa sê û çar bûye.

 

Di sala 1982 an de beşdariya azad kirina kolana Helebçe ـ Seyid Sadiq de kiriye. Li sala 1985 an de li baregeha mekteba siyasî de kar kiriye. Di sala 1988 an de bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariyê li plandanana rizgar kirina Şarezûrê ji destê artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1988 an de li xebatkarê bîst û duyemê lîjneya leqê ya cara yekem bi berpirsê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Di sala 1989 an de bi berpirsê lîjneya leqa çar hatiye destnîşan kirin. Di sala 1991 an de bi Nêçîrvan Barzanî re beşdariya serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1993 nûnerê kongreya yanzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1993 an de ji ber xebat û berxwedana wî ya li şoreşa Eylûl, Gulan û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Di sala 1999 an de nûnerê kongreya diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2010 nûnerê kongreya sêzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li sala 2013 an de koça dawî kiriye.


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir