kirîs Kuçêra

Paul Maubec bi navê (krîs Kuçêra) hatiye naskirin. Di sala 1966 ve karê rojnamevaniyê kiriye. şarezayiyeke baş li Rojhilata Navîn û bi taybetî li pirsa Kurd de hebû. Di destpêka kar kirinê heta ku sala 1971 zêdetirê 130 roportaj li ser pirsa Kurd li rojname, kovarên Fransî û navdewletî de belav kiriye. Di sala 2010 li kongreya 13 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kiribû, ji aliyê Serok Mesût Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirt.


Paul Maubec bi navê Krîs Koçêra (Chris Kutschera) jî hatiye naskirin, rojnamevan û lêkolînerê Fransa li 13 ê Gulana 1938 li bajarê Normandî (Normaundie) ya Herêma Newstray ya welatê Fransa ji dayik bûye. Qonaxên xwendinê her li wî bajarî temam kiriye. Paşê li Kolêja Pizîşkî hatiye wergirtin, lê belê xwendina xwe ya li Kolêja Pizîşkî temam nekiriye û çûye Zanîngeha Sorbonne ya li Parîsa paytexta Fransa û beşa zanistên siyasî ya li wê zanîngehê xelas kiriye. Bi Edith Maubec jiyana hevjîniyê pêkaniye. Li New York û Meksîka û Guatamala yê jiyaye. Li 31 ê temûza 2017 koça dawî kiriye.

 

Di sala 1966 ve karê rojnamenivîsînê dike, bi madam Kuşner ya hevjîna xwe saziya serbixwe ya (Free Lans- Free Lance) ya karê rojnamevaniyê li Parîsa paytexta  Fransa damezrandiye. Şarezayiyeke baş li Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsa Kurd de hebû. Li destpêka kar kirinê heta ku sala 1971 zêdetirê 130 roportajan li ser pirsa Kurd li rojname û kovarên Fransî û navdewletî de belav kiriye. Bi her yek ji serkirdeyên Kurdan wekî: Mele Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Dara Tewfîq, Celal Talebanî û Hoşyar Zêbarî û Berhem Salih re hevpeyvînên rojnamevaniyê encam daye.

 

Krîs Koçêra, çendîn caran serdana Kurdistanê kiriye û ji nêzîk ve lêkolînê li ser jiyan û serpêhatiyên neteweya Kurd kiriye. Li serdema desthilatdariya Sedam Husên êş û janên neteweya Kurd li gor raya giştî ya cîhanê gihandiye.

 

Krîs Koçêra, li rojên 11-18 kanûna yekema 2010 wekî mîhvan beşdariya kongreya 13 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye. Ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

 

Berhemên wî:

1- Tevgera Netewayetiya Kurd 1979

2- Xebata Kurd yan xewna dînitiya serbixweyî 1997

3- Kurdistan rêberê edebî 1998

4- Dîroka Kurdistanê 2001

5- Rewşa Sedam Husên 2005

6- Karwana dirêj ya Kurdan 2014


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir