Îbrahîm Reşaveyî

Îbrahîm Mihemed Ezîz, naskiriye bi (Îbrahîm Reşaveyî), di sala 1928 li gundê Reşaveya li navçeya Nehêlî ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên PDK ve dike û di sala 1961 bi destpêka şoreşa Eylûlê re bi çekê xwe çûye nav rêzên Pêşmerge.


 

Îbrahîm Mihemed Ezîz, naskiriye bi (Îbrahîm Reşaveyî), di sala 1928 li gundê Reşaveya li navçeya Nehêlî ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên PDK ve dike û di sala 1961 bi destpêka şoreşa Eylûlê re bi çekê xwe çûye nav rêzên Pêşmerge yên li navçeya Berwarî Bala û bi Pêşmergeyên Mele Şîn re li şerên devera Amêdiyê de beşdarî kiriye. Paşê li cem Haris Xano Bêdarunî bûye Pêşmerge û li şerên Xîzala, Gora Bahîvê, Serê Bêdarunê, Pirê Çemê de beşdar bûye. Di sala 1962 bi General Mistefa Barzanî re derbasî navçeya Soran bûye. Di destpêkê de li Dolereqe û paşê li Sengeser bi Hiso Mîrxan Jajukî re bûye. Di sala 1964 ji bo navçeya Gelale hatiye veguhestin û di sala 1965 li Qesrê bûye. Ji ber hilgirtin û veguhestina sindoqa fîşek û gulleyên topê tûşî êşa piştê bûye û ji bo Urmiyê hatiye veguhestin û li wir neştergerî ji bo wî hatiye kirin.

 

Di sala 1975 piştî şikesta şoreşê, nav bihurî li bîhnvedanê de bûye û çekê xwe daye rejîma Iraqê. Lê belê ew xwe bi qaçaxî çûye devera Doskiyan û li wir ve xwe gihandiye Bakûrê Kurdistanê. Paşê Wargeha Zêwe û bajarê Nexede û li wir bûye pasevanê Baregeha Barzanî. Piştî çûna Barzanî ya Kerecê, nav bihurî ji bo wargeha Cehrim hatiye veguhestin û li wir ve ew şandine bajarê Abadanê. Paşê bi qaçaxî xwe gihandiye bajarê Kerec û bi Îdrîs Barzanî re hevdîtinê encam daye. Li roja 16 ê Eylûla 1976 ji aliyê Îdrîs Barzanî ve ew şandine Başûrê Kurdistanê.

 

Di sala 1980 li Hêza Pêşmerge ya ser bi Mistefa Nêrweyî bûye. Di sala 1980 piştî destpêkirina şerê di navbera Iraq û Îranê, Dola Îsmankawe ya li devera Behdînan hêdî hêdî azad bûye. Ji bo wê yekê Îbrahîm Reşaveyî çûye gundê Ele ya li devera Nêrwe û li wir ve gundekî nêzîkî 40 male ji malbatên Pêşmergeyan pêktên. Di sala 1988 piştî operasyona berbelav ya Enfal û kîmyabaran kirina navçeya Behdînan, bi hemû malbatên wê gundê ve xwe gihandine Bakûrê Kurdistanê û li roja 10 ê Tişrîna Yekema 1989 vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1992 piştî serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

 

Îbrahîm Reşaveyî beşdariya 39 şeran kiriye û li şerên Serê Amêdî li sala 1961, şerên devera Çoman ya li sala 1974 û şerê Geliyê Reşawe ya li devera Amêdî ya li sala 1978 de birîndar bûye. Di sala 2010 li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî medalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir