Ezîz Husên Mîrxan

Ezîz Husên Mîrxan Pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1925an de li gundê Bêdarûnê ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmergeyê bû, di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye û helgirê Medalyaya Barzanî ye.


Jiyanname

Ezîz Husên Mîrxan di sala 1925an de li gundê Bêdarûnê yê navçeya Goretû ya navçeya Mêrgasorê ya Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û di sala 1954an de li Zanîngeha Taşkendê Beşa Çandinê tê qebûlkirin. Di 3’ê Kanûna yeke a 2014’an de di 87 saliya xwe de koça dawî kir û li gundê Bêdarûnê yê devera Barzan hate veşartin.


Xebatname

Ezîz Husên Mîrxan di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa Barzan a Duyem dibe, di girtina bingehên polîsên Bile, Rêzan û Barzan de beşdar bûye, di 12ê cotmeha 1943an de beşdarî girtina bingehê polîsên Xêrezokê bûye û ji ber vê sedemê di 19ê Tebaxa 1945an de bi biryara Dadgeha Urfî ya Leşkerî ya Iraqê hemû mal û milkên wî hatin desteserkirin. Di 5ê Îlona 1945an de beşdarî girtina bingehê polîsên Meydan Morîkê bûye.

Piştî têkçûna Şoreşa Barzan a Duyemîn di 11ê Cotmeha 1945an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû û li gundê Îndirqaşê bi cih bû, di 31'ê Adara 1946'an de li Mehabadê di nava hêza Barzan a Artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê de bû pêşmerge, di 29’ê Nîsana 1946’an de li devera Seqizê beşdarî şerê Qarawa dibe. Piştî rûxandina Komara Demokratîk a Kurdistanê, di 3ê Adara 1947an de beşdarî şerê Nelosê bû. Her wiha yek jî wan Pêşmergeyan bû ku di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkî û Deşta Berazgirê bi rêya axa Bakurê Kurdistanê vegeriyan devera Şêrwan û Mizûriyan.

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş bi hevalên xwe re civînek li dar xist û serpişk kirin ka bimînin yan biçin Sovyetê, li wir hemû rêhevalên wî biryar dan ku berdewam bikin û biçin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.

Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.

Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.

Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, navhatî di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.

Di sala 1961ê de beşdarî Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1962an de beşdarî şerê Hacî Omeran, Galyê Şehîdan û Dilmanê bûye. Di 11ê tîrmeha 1962an de beşdarî girtina bingehê polîsên Rayatê dibe û di sala 1963an de jî beşdarî şerê Serê Pîrisî dibe.

Di sala 1975’an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, weke penaber çûye Îranê û li kampa Zêwe bi cih dibe û paşê jibo bajarê Kerecê tê veguhastin. Di sala 1980 de beşdarî Şoreşa Gulanê dibe û beşdarî şeran bûye.

Di sala 1988an de dema ku devera Barzan rastî êrişên Enfal û kîmyabaranê hat, vegeriya gundê xwe û piştre berê xwe da Komara Îslamî ya Îranê û di heman salê de vegeriya Kurdistanê.

di 16.12.2010ê de, di kongreya 13. a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ji bo têkoşîn û berxwedana xwe ya di Şoreşa Barzan a Duyemîn, Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê, meşa ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.


Çavkanî:

  1. Hemîd Gawherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rûmetê,, Bergê 1, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  2. Heyder Farouk Al-Samerrai, Zîha Cafer û rola wî ya siyasî û aborî li Iraqê, (London - Dar El-Hekma - 2016), r. 203.
  3. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
  4. Omer Farûqî, Rêberê jîr yê jiyan û Têkoşînê Nemir Mela Mistefa Barzanî, çapa 2., (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîra Barzan Di Navbera 1931 - 1991, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001).
  6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa 1, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
  7. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  8. Necef Qulî Pisyan, ji Mehabadê xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa 1., (Pîrmam - Yobîla Zêrîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - 1996).
  9. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir