Elî Têlî Kemî

Elî Têlî Kemî bi navê (Elî Têlî), hatiye nas kirin. Di sala 1945 li gundê Bêbo ya li nahiye ya Nêrwe û Rêkanî ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye. Li 16 ê kanûna yekema 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


Elî Têlî Kemî bi navê Elî Têlî hatiye nas kirin. Di sala 1945 li gundê Bêbo ya li nahiye ya Nêrwe û Rêkanî ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Qonaxa xwendina seretayî li gundê Bêbo temam kiriye. Qonaxên navendî û amadehiyê li qeza Amêdiyê xwendiye. Di sala 1975 koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye û li bajarê Urmiyê nîştecîh bûye. Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê.

 

Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li cem Fermande Hacî Bêroxî li devera Nêrwe û Rêkanê bûye Pêşmerge. Paşê çûye Zaxo û demekê li Çiyayê Zaxo bûye. Beşdariya şerên navçeya Sêmêl û Geliyê Zawîte û Sarkê û Siwaretukayê kiriye.

 

Di sala 1962 li rêxistina nû ya hêzên devera Behdînan, bi Fermandehiya Mistefa Nêrweyî Pêşmerge bûye. Heman sal bi hêza xwe û hêza taybetî ya Mele Mistefa Barzanî re derbasî navçeya Soran û li Ranye û Qeladizê û Koye bûye. Di sala 1964 wekî endam beşdariya kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye.

 

Di sala 1970 bi Mistefa Nêrweyî baregehê ji gundê Bêşe ya nahiye ya Simîlanî ya qezaya Çoman bûye. Di sala 1974 beşdariya şerên Çiyayê Zozik û Geruyê Omer Axa kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê çûye tixûbê Bakûrê Kurdistanê û bi çend Pêşmergeyekî din bi awayeke mefrezeya gerok li çalakiyên partîzanî de berdewam bûne.

 

Di sala 1976 piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Li Lîjneya Navçeya Gulan wekî Amir Mefreze hatiye erkdar kirin. Li navçeyên Dihok û Şêxan û Akrê û heta nêzîkî bajarê Musilê çalakiyan encam daye. Bi Samî Ebdulrehman û 100 pêşmergeyên din re beşdariya şerê Bazê kiriye.

 

Di sala 1979 çûye Rojhilatê Kurdistanê û beşdariya kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye. Piştî temambûna kongreyê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 1988 di dema operasyona berfireha Enfal û kîmyabaran kirina devera Behdînanê, li gundê Mazya ya li navçeya Rêkan bûye. Piştî wê operasyonê çûye tixûbê Bakûrê Kurdistanê û ji wir ve jî çûye bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê.

 

Di sala 1991 bi destpêkirina serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê re, bi Omer Osman û Zeîm Elî re bi rêya Hacî Omeran re vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û li wir ve jî çûye bajarê Dihokê û beşdariya serhildan û raperînê kiriye. Di sala 1992 piştî rêkxistina Lîjneya Navçeya Akrê dibe berpirsê lîjneya wê navçeyê. Di sala 1995 pileya Fermandeyê Artêşa Akrê wergirtiye. Di sala 1997 ji bo Fermandeya Fermandehiya Leşkerê Kurdistanê (Fe.le.k) hatiye veguhestin û dûbare vegeriya ye artêşa Akrê. Di sala 2003 pileya Cîgirê Fermandeya Zêrevanî li Hewlêrê wergirtiye. Paşê ji bo Nivîsîngeha Fermandehiya Zêrevanî ya bajarê Dihokê hatiye veguhestin. Beşdariya kongreyên 6,7,8,9,10,11,12,13 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye.

 

Li 16 ê kanûna yekema 2010 li kongreya 13 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir