Ehmed Xelanî

Ehmed Îbrahîm Mistefa, bi navê (Ehmed Xelanî), hatiye naskirin. Di sala 1950 li gundê Xelanê ya nahiye ya Hacî Omeran ê qeza Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê, koçberî welatê Îranê bûye û bi Kerîm Sincarî, Şekîb Akreyî û Azad Berwarî re çûye Nexede, lê belê li wir gelek nemaye û vegeriyaye gundê Xelan.


Ehmed Îbrahîm Mistefa, bi navê Ehmed Xelanî hatiye naskirin. Di sala 1950 li gundê Xelanê ya nahiye ya Hacî Omeran ê qeza Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê, koçberî welatê Îranê bûye û bi Kerîm Sincarî, Şekîb Akreyî û Azad Berwarî re çûye Nexede, lê belê li wir gelek nemaye û vegeriyaye gundê Xelan. Di sala 1976 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li gundê Xelan nîştecih bûye. Li dawiyên sala 1976 dûbare koçberê welatê Îranê bûye. Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna cemawerê Kurdistanê bi malbata xwe ve vegeriya Başûrê Kurdistanê û li bajarê Soranê nîştecîh bûye.

 

Di sala 1967 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kir û bû Pêşmerge. Her wiha bi pasevanê Êzgeya(Radyoya) Dengê Kurdistanê bû ku wê demê Salih Yusifî berpirsê wî bûye. Di sala 1970 bi Salih Yusifî re çûye Leqa Pênc ya li Bexda, piştî wê yekê ku Haşim Akreyî dibê berpirsê Leqa Pêncê PDK li Bexda, Ehmed Îbrahîm Xelanî bi Yedulla Feylî û Mihemed Emîn Beg û Nerîman Hebîb û pêşmergeyên din re vegeriyaye Navpirdan ya li devera Balekayetî û ji wir ve ji bo beşa pasevanên bendîxaneya Xelan hatiye veguhestin ku Xalîd Ajgeyî berpirsê wî bûye.

 

Di sala 1972 ji bendîxaneya Xelan ji bo beşa pasevanên Mekteba Siyasî hatiye veguhestin. Mihemed Emîn Reşke wê demê berpirsê wî bûye. Di sala 1976 piştî vegeriyana ji welatê Îranê ji aliyê rejîma Be'es ve hatiye desteser kirin û ji bo sê mehan li zîndanên Rewandizê, Hewlêr û Bexdayê de hatiye zîndan kirin û paşê jî hatiye azad kirin û dûbare vegeriyaye gundê xwe.

 

Di sala 1976 piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê, Ehmed Xelanî peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeya Şoreşa Gulanê kir û li Kotrerû ya li navçeya Qeladizê li cem Elî Hesen Axayê Şêrwetê bûye Pêşmerge. Paşê vegeriyaye devera Balekayetî û li wir bûye endamê Lîjneya Navçeya Balek. Di sala 1979 li kongreya nehem ya PDK beşdariyê kiriye û piştî kongreyê bûye Kargêrê Lîjneya Navçeya Balek û heta sala 1991 li wê erkê da bûye.

 

Di sala 1991 berî destpêka serhildan û raperîna xelkê Kurdistanê, ji bo beşdarî kirina li raperînê, ew bi xwe wekî Pêşmerge vegeriyaye û beşdarî raperîna Diyanayê kiriye. Piştî raperînê dûbare bi Kargêrê Lîjneya Navçeya Balek hate hilbijartin. Paşê li pêkanîna leşkerê Kurdistanê pileya fermandeyî yê wergirtiye û niha endamê Fermandeyî Yekê ya 43 yê Fermandeya Helgurde.

 

Ehmed Xelanî beşdariya çendîn şerên wekî şerê Wertê û Çiyayê Direbî kiriye. Di sala 1980 li şereke dijî artêşa Iraqê li Hacî Omeran birîndar bûye. Sê birayên wî û kurekî wî yên bi navê Osman Îbrahîm li 13 ê Nîsana 1984, Rehîm Îbrahîm li 24 ê Gulana 1988, Mewlud Îbrahîm li meha Temuza 1994 û Tahîr Ehmed li 1 ê Kanuna Duyema 1995 de şehîd bûn. Her wiha birazayekî wî yê bi navê Qadir Mihemed Mistefa li 28 ê Kanuna Yekema 1988 li Bexdayê hate gullebaran kirin û birazayekî wî yê din bi navê Mihemed Elî Îbrahîm di dema azad kirina bajarê Hewlêrê li sala 1991 şehîd bûye. Li  16 ê Tebaxa 1996 ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê û rêbaza Barzanî kiriye, ji aliyê Serok Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir