A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Dr Cercîs Hesen

Dr Cercîs Hesen Ebdula, bi navê (Dr Cercîs hatiye), nas kirin. Di sala 1967 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1979 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya nehem) de hatiye hilbijartin. Di sala 1980 an heta 1985 an berpirsê lîjneya leqa 1 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1989 an de bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Li kabîneya sêyem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezîrê Perwerdeyê b

Agahiyên bêtir

Derwêş Axa

Ebdula Ebdulrehman Heme Reşîd Îsmaîl, bi navê (Derwêş Axa), hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1973 an de li leqa Piştevanî ya Hêza Xebat Serleq bûye.

Agahiyên bêtir

Cercîs Fethula Şemas

Parêzer Cercîs Fethula Şemas, bi navê (Cercîs Fethula Elmuhamî), hatiye nas kirin, yekemîn Kildanî yê di nava serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê) de hatiye hilbijartin. Di salên 1973 - 1974 an de bi fermana Mesûd Barzanî endamê lîjneya amadek

Agahiyên bêtir

Celîl Hoşyar

Celîl Yusif Ehmed Qasim, bi navên (Hoşyar, Celîl Hoşyar, Dadwer Celîl Hoşyar, Ziring û Celîl Qazî), hatiye nas kirin. Di sala 1944 an de ji ber piştgîriya li şoreşa duyema Barzan ji aliyê desthilatdarên Şahnişîna Haşimî ya Iraqê ve dane Dadgeha Serbazî û bi tometa hevkariya wê şoreşê hatiye bend kirin....

Agahiyên bêtir

Celal Talebanî

Celal Husameddîn Nûreddîn Xefûr, bi navê (Mam Celal tê naskirin), di sala 1947an de tevlî refên Partî bûye, di sala 1953an de bûye endamê Komîteya Navendî ya Partî, di sala 1953an de bûye endamê desteya damezrîner a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, di sala 1953an de bûye endamê Lijneya Amadekar a Kongreya Yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li bajarê Bexdayê.

Agahiyên bêtir

Celal Beg Şiwanî

Mamoste Celal Ebdulrehman Emîn, di sala 1947 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Şeşemîn) hatiye hilbijartin. Di salên 1960-1961 an de berpirsê xebatkarê sêyemîn ê Komîteya Şaxê Duyemîn ê Partiyê bûye.

Agahiyên bêtir

Ce'fer Îbrahîm Hacî

Ce'fer Îbrahîm Hacî Pîro, bi navên (Ce'fer Êmînkî, Mihamî Kovan û Kovan), hatiye nas kirin. Di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Gelê Demokratîka Kurdistanê (Partiya Gel) re kiriye. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê) de hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê.

Agahiyên bêtir

Salih Yûsifî

Salih Ebdullah Necmedîn Teha, bi navên (Seyda Salih - Salih Yûsifî) tê naskirin, nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar bû. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bû. Di sala 1945 an de tevlî refên Partiya Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1946 an de di kongreya yekem de wekî endamê Komîteya Cîbicîkar a Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Salih Ruşdî Tahir

Salih Ruşdî Tahir, di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê, ji ber çeprewiya xwe, endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêz

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Elî Baba Şawês

Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, ku bi navên (Dr Elî Baba, Dr Elî û Xale Doktor), tê naskirin, di sala 1957 an de tevlî rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Şaxa (Leqa) Çaran bûye.

Agahiyên bêtir