A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Sabah Beytullah

Sabah Beytullah Şukrî, ku bi navê Sabah Beytullah tê naskirin, di sala 1979an de bû berpirsê Yekîtiya Lawên Dêmokrat Kurdistanê li bajarê Nexedeyê, di nîva sala 1980'î de bû bêjerê Radyoya Dengê Kurdistanê, di sala 1993'an de bû kargêrê Liqa 9'an a Partiyê li Akrê, di sala 2009ê de bû endamê parlamentoya Kurdistanê, xula sêyan, di kongreya 14ê ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) de bû endamê yedek yê Komîteya navendî û alîkarê berpirsê mekteba rêxistina PDKê li parêzgeha Duhokê.

Agahiyên bêtir

Faxir Mêrgesorî

Faxir Hemed Salih Hemed, bi navê Faxir Hemed Axayê Mêrgasorî, Hewrê Kerîm jî tê naskirin, fermandar û siyasetmedar, di sala 1970’an de ji aliyê nûnerên Kongreya 8’an ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Mihemed Xurşîd Tofîq

Mihemed Xurşîd Tofîq, di 28ê Adara 1986an de bo cara yekem tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bû, di kongireya çardemîn de wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin, di 3ê Sibata 2023an de wek cîgirê serokê Mekteba Rêxistina Kerkûk-Germyanê wergirtye.

Agahiyên bêtir

Ebdîş Omer Ebdîş

Ebdîş Omer Ebdîş, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1926an de li gundê Spîndarê Biyê ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, Pêşmergeyê Komara Dêmokrata Kurdistanê ya Mehabadê bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye û di Pêşmergayetiyê de du caran birîndar bûye, di sala 1977ê de koça dawî kirye.

Agahiyên bêtir

Omer Debabe

Omer Mustefa, ku bi navê Omer Debabe tê naskirin, Yasanas, fermandar û siyasetmedar, di sala 1948an de li Bexdayê tevlî rêzên Partiya Dêmokrat a Kurd bû, di kongreyên duyem, sêyem, çarem û pêncan de bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), di sala 1964an de ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat dûrxistin û di sala 1992an de li Silêmaniyê koça dawî kir.

Agahiyên bêtir

Bombebarana Qeladizê

Bombebarana Qeladizê yek ji hovîtiyên herî trajîk bû ku rejîma Be's li dijî xelkê sivîl pêk anî, piştî ku hikûmetê fermana destpêkirina şer li dijî şoreşa Kurdî da, bi awayekî hovane dîsa dest bi êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê kir, di 24’ê Nîsana 1974’an de bi çend balafirên şer bajarê Qeladizê bombebaran kir.

Agahiyên bêtir

Abdullah Ziyab Elî

Ebdullah Ziyab Elî ku bi navê Mela Şîn Ebdullah tê naskirin, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, Pêşmergê Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê bû û beşdarî Şoreşa Îlonê bû û cîgirê fermandarê hêzê bû, demekê qayimiqam bû, di Şoreşa Gulanê û Şerê Xwakurkê de beşdar bûye, demekê berpirsê navçeyê bû, di sala 2006an de koça dawî kir û li Barzan hat veşartin.

Agahiyên bêtir

Şerê li ser rêya Zaxo-Batîfa1988

Şerê li ser rêya Zaxo-Betîfa yek ji şer û pevçûnên bû yên di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de di 26ê Sibata 1988ê de, ku Pêşmergên Komîteya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) êrişî hêzên leşkerî yên rejîma Iraqê kirin ku li ser rêya Zaxo- Betîfa bi armanca parastina deverê bi cih kirbûn, piştî şerekî giran....

Agahiyên bêtir

Omer Şerîf

Omer Şerîf Ebdullah, bi navê Omer Zengene tê naskirin, fermandar û siyasetmedar, di sala 1958 de tevlî refên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye, di sala 1964an de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) û ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve wek namzed hat destnîşankirin

Agahiyên bêtir

Omer Botanî

Omer Mihemed Abdullah Mihemed, ku bi navên Omer Botanî û Omer Abdullah jî tê naskirin, di sala 1970 de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1993an di kongreya yazehan de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1999’an de di kongreya 12’an de careke din wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Ezîz Hebîb Ebûbekir

Ezîz Hebîb Ebûbekir, Pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1929an de li gundê Bêdarûnê ji dayîk bûye, di dema Şoreşa Îlonê de pêşmerge bû, di dema pêşmergetiya xwe de berpirsê kargêrî û darayî yê hêzê bû, di sala 1969’an de li devera Sengeserê şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Ezîz Husên Mîrxan

Ezîz Husên Mîrxan Pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1925an de li gundê Bêdarûnê ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmergeyê bû, di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye û helgirê Medalyaya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir