Mihemed Ebdula Ehmed

Mihemed Ebdula Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û di sala 1974 an de li sengerê berevaniya li çiyayê Zimnako de şehîd bûye.


Şehîd Mihemed Ebdula Ehmed, di sala 1940 an de li gundê Ehmed Begê ya li devera Şemêranî ya ser bi qeza Derbendîxanê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Heta qonaxa seretayî yê xwendiye û xêzandar bûye û navê xêzana wî Ayşe Kerîm bûye û xwediyê kurek bi navê Celal bûye ku li encama topbarana topxaneyên rejîma Be'es ya li nav bajarê Helepçe ya di sala 1988 an de şehîd bûye.

 

Di sala 1970 an de li hêza Şemêran de bûye Pêşmerge ku hêzekî serbixwe bû û li bin fermana hêza Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye. Her wiha Şehîd Heme Şemêranî Fermandeyê wê hêzê bûye. Beşdariya şerên Sertîz û şerê Hacî Omeran û şerê Helepçe û şerê Derbendîxan û şerê çiyayê Zimnako de kiriye.

 

Di sala 1974 an de Mihemed Ebdula Ehmed li sengerê berevaniya hêzên Pêşmerge ya li Milê Sor ya çiyayê Surên de, li beramber bi êrîşa hevbeş ya Komunistan û serbazên rejîma wê demê ya Iraqê de berevaniyê kiriye û şehîd bûye.


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir