Şehîd Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif bi navê Hemeyê Sofî Kerîm hatiye nas kirin û di sala 1955 an de li gundê Kanî Sêfî ya qeraxe çiyayê Surên ya ser bi nahiye ya Xurmal ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye û piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Merîwan nîştecîh bûye. Xêzandar bûye û navê xêzana wî Eyna Heme Seîd bûye û xwediyê çar kur û sê keçan bûye bi navên Kazim û Mesûd û Yadgar û Esed û Rehme û Rêzan û Fatîme.
Di sala 1986 an de li hêza Surên ya ser bi Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Di sala 1987 an de balafirên cengî yên rejîma Be'es sengerên Pêşmergeyan yên li çiyayê Surên bombebaran kirine û ji ber wê bombebaranê Hemeyê Sofî Kerîm li sengerê berevaniyê da çend perçeyên saçmeyekî li ber ketine û bi dijwarî birîndar bûye.
Beşdariya raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê de kiriye û her di destpêka raperînê da li devera Şarezûrê, li 7 ê Adara sala 1991 li girtina serbazgeheke Qaynêce ya nêzîkî Seyid Sadiq de fîşekek li ber ketiye û şehîd bûye.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê