Şehîd Mihemed Ferec Şaweys Nadir, di sala 1963 an de li gundê Newê ya ser bi nahiye ya Xurmal ya parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û heta qonaxa seretayî yê xwendiye. Di sala 1979 an de ji aliyê rejîma Be'es ve bi zorê li qeza Seyid Sadiq hatine nîştecîh kirin û li nav bazara Seyid Sadiq de bûye xwediyê dikaneke şîrîniyê.
Li tişrîna yekem ya sala 1979 an de li betalyona Şehîd Ebubekir Banî Binokî de ku wê demê ser bi hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye dibe Pêşmerge.
Beşdariya şerê Qacir, şerê Şanêrî, şerê Ehmed Awa, şerê Rezle, şerê Rebaye ya Banî Şêran ya li qeraxa çiyayê Surên, şerê çiyayê Şeram û çalakiyên partîzanî yên li deşta Şarezûrê û çalakiyên partîzanî ya li nav bajarê Silêmaniyê de kiriye û yek ji wan Pêşmergeyan bûye ku beşdariya çalakiyên partîzanî ya li nav bajarê Silêmaniyê de kiriye û bi çend çalakiyek tevahiya baregehên artêşa Şe'eb ya li nav bajarê Silêmaniyê şewitandine.
Mihemed Ferec Şaweys Nadir, li jiyana Pêşmergeyetiyê de sê caran birîndar bûye. Di sala 1982 an de li gundê Banî Binokî ya di dema êrîş kirina ji bo girtina sengerên rejîma Be'es ya li qeraxê çiyayê Surên fîşek li ber ketiye û birîndar bûye. Li tebaxa sala 1983 an de bi desteyek hevsengerên xwe re li gundê Newê ya qeraxa çiyayê Surên ketine nava kemîneke cehşa rejîma Be'es û fîşek li ber ranê wî ketiye û dûbare birîndar bûye. Di sala 1984 an de li nêzîkî gundê Berdebel bi sê hevsengerên xwe re piştî çalakiyeke partîzanî ku şewitandina çend zîlêkî serbazî ya Be'es bû, li şikefteke qeraxa çiyayê Surên de heta asayî bûna rewşê xwe veşartine, lê belê topxaneyên rejîma Be'es şikeftê topbaran kirine û şikeft li ser wan de rûxaye û li encamê da Mihemed Ferec Şaweys birîndar bûye û hevsengereke wî yê bi navê Heme Seîd Comeresî şehîd bûye.
Di sala 1985 an de pileya endama Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar wergirtiye. Li 20 ê tişrîna yekem ya 1986 an de Mihemed Ferec Şaweys û desteyek hevsengerên wî ji bo çalakiyek xwestine biçin deşta Şarezûrê, lê belê li nêzîkî rebayiyên gundê Dere Suranî ya li pişt gundê Ehmed Awa ketine nava kemîneke serbazî ya rejîma Be'es û Mihemed Ferec Şaweys şehîd bûye û Enwerê Hacî Osman jî bi dijwarî birîndar bûye.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê