Mihemed Emîn Xidir Mehmud, li sala 1930 an de li gundê Balekiyan ya bajaroka Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlê karê cotkariyê bûye, nexwendewar bûye û jiyana hevjîniyê pêkaniye.
Li sala 1970 an de li betalyona Seyid Asî dibe Pêşmerge ku ser bi hêza Rizgarî bûye. Beşdariya şerê Gorez kiriye, li sala 1974 an de li Geliyê Elî Beg ji ber topbarana rejîma Be'es şehîd bûye.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê