Mehmud Ehmed Rostem

Mehmud Ehmed Rostem, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê û berpirsê mil yê çalakiyên li nava bajar de bûye. Di sala 1988 an de bi çend hevaleke xwe yê li Seyid Sadiq de hatine destgîr kirin û li sala 1989 an de li girtîxaneya Ebu Xerîb de bi hevaleke xwe re hatine sêdare dan.


Şehîd Mehmud Ehmed Rostem, di sala 1965 an de li gundê Kanêskanî ya qeraxa çiyayê Surên ya ser bi nahiye ya Xurmal ya parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Di destpêkê de gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Paşê piştî şikesta şoreşa Eylûlê ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve gundê wan hatiye wêran kirin û bi zorê li nişîngeha Barîke ya nêzîkî qeza Seyid Sadiq de hatine nîştecîh kirin. Mehmud Ehmed Rostem xêzandar bûye û navê xêzana wî Hepse Ebdula bûye û xwediyê keçeke bi navê Baxan bûye.

 

Di sala 1981 an de bûye kadirê Lîjneya Navçeya Pênciwên ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Demokrata Kurdistanê û di sala 1984 an de heta yek sal li beşa serbazî ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Paşê li sala 1985 an de bi fermana berpirsê Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve ji bo Lîjneya Navçeya Pênciwên hatiye veguhestin û pileya berpirsê milê pênc ya navçeyê wergirtiye û li heman demê da bûye berpirsê çalakiyên partîzanî yên li nava bajar.

 

Beşdariya komek çalakiyên partîzanî de kiriye ku diyartirînê wan êrîş kirina ser binkeya polîsên Seyid Sadiq û êrîş kirina ser munezemeya Qeregolê bûye.

 

Di sala 1988 an de Mehmud Ehmed Rostem û çend hevaleke xwe li ser rêya di navbera Helepçe û Silêmanî û li asta gundê Qeregolî ya deşta Şarezûrê de kemînek ji bo karwaneke serbazî ya rejîma Be'esê danîne û karîne çend otombêlek bişewitînin û karwanê serbazî têk bişkînin ku li vê çalakiyê da Mehmud Ehmed Rostem hilgirê çekê RPG bûye û roleke wî ya bilind li şewitandina otombêlan de hebûye. Piştî vê çalakiya mezin ji aliyê Emna Giştî ya Bexda ve desteyek ji Emna Silêmanî û hêza taybet ve ji bo lêkolînê destgir kirina wan kesan hatine raspartin. Her ji bo wê yekê Mehmud Ehmed Rostem û çend hevaleke xwe yên bi navên Fehmî Heme Rehîm û Cebar Ehmed Salih û Mihemed Heme Kerîm û Xalîd Elî û Walî Mehmud Osman li Seyid Sadiq û gundên dewrubera wê hatine destgîr kirin. Piştî salek zîndanî kirina li Emna Surî ya Silêmanî ji bo Emna Giştî ya Kerkûkê ji bo dadgeh kirina hatine veguhestin û paşê jî ji bo bi cîhkirina fermana dadgehê, ew şandine girtîxaneya Ebu Xerîb.

 

Li 29 ê tişrîna duyem ya sala 1989 an de li girtîxaneya Ebu Xerîb Mehmud Ehmed Rostem û hevaleke xwe yê bi navê Mihemed Heme Kerîm hatine sêdare dan û şehîd bûne.


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir