Şehîd Mecîd Fetah Mehmud, di sala 1942 an de li gundê Dêlziyan ya ser bi bajaroka Diyana ya li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye.
Di sala 1962 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li hêza Balek de ku wê demê Mamosta Hemîd Efendî berpirsê wê bûye, dibe Pêşmerge û beşdariya şerên wê deverê de kiriye. Di sala 1962 an de li bajaroka Sîdekan de, ji aliyê bi kirê girtiyên rejîma Iraqê ve tê şehîd kirin û her li wir jî termê wî bi axê tê spartin.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê