Kerîm Rezaq Abdula

Kerîm Rezaq Abdula, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, li sala 1974 an de li şerê çiyayê Gorez de hatiye şehîd kirin.


Şehîd Kerîm Rezaq Abdula, li sala 1945 an de li gundê Balekiyan ya bajaroka Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye. Nexwendewar bûye û jiyana hevjîniyê pêkaniye.

 

Di sala 1970 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li betalyona Hemîd Efendî de ku ser bi hêza Balek bû, bûye Pêşmerge. Beşdariya şerên Gorez û Sertîz û Gerûya Omer Axa de kiriye. Li sala 1974 an de li şerê çiyayê Gorez de birîndar dibê û ew vediguhezin nexweşxaneya şoreşê ya li Nawpirdan, lê belê ji ber dijwariya birîna xwe şehîd dibe.  


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir