Mihemed Ebdulkerîm Mihemed Mehmud

Mihemed Ebdulkerîm Mihemed Mehmud, Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û pileya Serpelî yê wergirtiye. Di sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayekî xwe re ketine nav kemîna hêzekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û şehîd bûne.


Şehîd Mihemed Ebdulkerîm Mihemed bi navê Heme Girêzeyî hatiye nas kirin û di sala 1951 an de li gundê Girêze ya ser bi qeza Seyid Sadiq de ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Li sala 1981 an de ew bi xwe û bi birayeke xwe yê bi navê Heme Salih re şehîd bûye. Heme Girêzeyî piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û li nişîngeha Derbendî Dizlî nîştecîh bûye. Piştî vegerana wan ya Kurdistanê ji aliyê rejîma Be'es ve ew veguhestine xwarê ya Iraqê û li bajarê Dîwaniye hatine nîştecîh kirin. Xêzandar bûye û navê xêzana wî Gulçîn Faruq bûye û xwediyê sê kur û keçek bûye bi navên Salar û Siware û Soran û Çinur.

Di sala 1967 an de bûye Pêşmerge û li Leqa 3 ya Betalyona 9 ya Şehîd Dilşad de ku ser bi hêza Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye ku li wê demê de Şêx Mihemed Basakî Serleqê wan bûye û Fetah Axa Fermandeyê Betalyonê bûye. Di sala 1969 an de pileya Serpelî ji leqa xwe wergirtiye. Di sala 1974 an de li şerê çiyayê Sertîz de bi dijwarî birîndar bûye.

Di sala 1979 an de dûbare peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye û li cem Ebdula Axa ku ser bi hêza Hewraman ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû li wir bûye Pêşmerge.

Li 4 ê Eylûla 1981 an de piştî encamdana çalakiyek ji deşta Şarezûrê, xwestine biçin gundê Girêze ku bîhnvedaneke kurt vedin û hinek pêwîstiyên taybet ji bo çiya bibin. Lê belê berî ku bigihin gundê Girêze ketine nava kemîneke hêzekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û rûbirûyê wan bûne û li encamê da Heme Girêzeyî û Heme Salihê birayê wî şehîd bûne.   


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir