A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Silêman Salih Biraxas Qadir

Silêman Salih Biraxas Qadir bi nasnav (Silêmanê Fate), pêşmergeyê her du şoreşên Îlonê û Gulanê bû, pileyên serpel, serliq û fermandarê tabûrê wergirtiye, Di sala 1981an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Hiso kanyelencî

Fermandar Hiso Mahmûd Babekir ku bi navê Hiso Kanyelencî jî tê nasîn, Pêşmergeyê şoreşên Îlon, Gulan û Serhildanê bû, di sala 1959an de tevlî hêzên Pêşmerge dibe, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemir e.

Agahiyên bêtir

Abdullah Qado Mihemed

Abdullah Qado Mihemed, di sala 1932’an de li gundê Banyê yê devera Zêbar a navçeya Akrê ji dayîk bûye, têkiliya malbata wan her tim bi şêxên Barzan û Takya Barzan re hebûye û ev têkilî tevî gelek astengiyan berdewam kir, her weke bapîrê wî Mihemed di zivistana sala 1913an de li gundê Rasileynê ê ser bi Akrê bi artêşa Şêx Ebdulselam Barzanî di 19 saliya xwe de hat şehîdkirin.

Agahiyên bêtir

Erîf Yasîn

Yasîn Mihemed bi nasnav Erîf Yasîn Doskî pêşmerge û fermandarê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû, pileyên fermandarê yekînê, Serliq, fermandarê tabûrê, fermandariya artêşê û fermandariya hêzê wergirtine, di kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de beşdar bû.

Agahiyên bêtir

Haşim Mêrozî

Haşim Ezîz Ehmed naskirî bi Haşim Mêrozî, fermandar û pêşmergeyê her du şoreşên Barzan ya duyemîn û Şoreşa Îlonê ye, di sala 1945’an de tevlî Şoreşa Barzan a Duyemîn dibe, sala 1961ê di Şoreşa Îlonê de bûye pêşmerge, di 10’ê Gulana 1965’an de di şerê Çiyayê Etrûşê de şehîd dibe.

Agahiyên bêtir

Mihemed Hesen Bacilorî

Şehîdê Fermandar Mihemed Hesen Selîm Ehmed, Pêşmergeyê her du şoreşên Îlonê û Gulanê, di sala 1961ê de tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, pileya fermandariya tabûra 4 a hêza Dihokê wergirtiye. Di 26’ê Mijdara 1983’an de di şerê Şinoyê de şehîd bû.

Agahiyên bêtir

Babekir Pişderî

Fermandar Babekir Mehmûd Hewêz, bi navê Babakr Pişdarî tê naskirin, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û endamê Komîteya Rêkxistinî ya Sengeser a Beşa Leşkerî bû, di sala 1991ê de nûnerê Serok Mesûd Barzanî li Pişder û Bêtwênê bû.

Agahiyên bêtir

Hecî Bêroxî

Fermandar Hecî Şîxomêr Bêroxî, ku bi navê Hecî Bêroxî jî tê naskirin, di sala 1943an de di Şoreşa Duyemîn a Barzan de weke Serqol cih girt, beşdarî Dastana Meydana Morîkê bûye, fermandarê Betalyona 1. a Hêza Balek bû, Di sala 1965an de heta têkçûna Şoreşa Îlonê li eniya Deşta Diyana berpirsê Hêzên Pêşmerge bû.

Agahiyên bêtir