Babekir Pişderî

Fermandar Babekir Mehmûd Hewêz, bi navê Babakr Pişdarî tê naskirin, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û endamê Komîteya Rêkxistinî ya Sengeser a Beşa Leşkerî bû, di sala 1991ê de nûnerê Serok Mesûd Barzanî li Pişder û Bêtwênê bû.


Jiyanname

Babekir Mehmûd Hewêz di sala 1927an de li devera Pişder ji dayîk bûye, heta dibistana seretayî xwendiye, zewicî ye, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberî Îranê dibe, di sala 1976an de vedigere Kurdistanê, di sala 1988an de careke din koçberî Îranê dibe û di sala 1992an de vedigere Kurdistanê, di sala 1993an de li bajarê London ê paytexta berîtanyayê koça dawî kiriye.


Xebatname

Di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Îlona dibe û dibe endamê komîteya rêkxistinê ya beşa leşkerî ya Sengeser, di sala 1963’an de di hêza Kawa de pileya fermandariya betalyonê werdigire, ji sala 1967 heta 1970 cîgirê fermandarê hêza Kawa bû li Qeladizê, di çend şer û dastanan de beşdar bûye, di sala 1968an de fermandariya Pêşmergeyên Kawa kir ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî wek êrîşa li ser navenda lîwayeke artêşa Iraqê ya li Kîwêreşê ya navçeya Sengeser.

Ji sala 1970 heta 1974 di mekteba leşkerî de xizmet kiriye, di heman salê de heta têkçûna Şoreşa Îlonê di eniya şerê Çiyayê Zozikî de berpirsyar bû, di sala 1985an de bû serokê hêzeke taybet a di bin serokatiya Mesûd Barzanî de, sala 1991 nûnerê Serok Mesûd Barzanî li Pişder û Bêtwênê.


Çavkanî:

  • 1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir