Hiso kanyelencî

Fermandar Hiso Mahmûd Babekir ku bi navê Hiso Kanyelencî jî tê nasîn, Pêşmergeyê şoreşên Îlon, Gulan û Serhildanê bû, di sala 1959an de tevlî hêzên Pêşmerge dibe, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemir e.


Hiso Mahmûd Babekir, di sala 1937an de li gundê Kanyelencê yê navçeya Mêrgasorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê koçberî Îranê bû û li Loristan û Zewêyê bi cih bû, piştî serhildana 1991 a gelê Kurdistanê vegeriya Kurdistanê, ji bilî zimanê xwe yê dayikê, bi farisî jî baş dizane.


Xebatname

Di sala 1959 de tevlî hêzên pêşmerge dibe û di yekîneya Ehmed Mistê de bûye pêşmerge, çend pile di nav hêzên Pêşmerge de wergirtiye, ji wan di sala 1961ê de cîgirê serqol, sala 1970ê serliq û cîgirê fermandeyê baskê rastê yê liqê Dr.Seîd Ehmed Nader, di sala 1979an de Cîgirê Quwet Barzan, di sala 1988ê de bû berpirsê Hêzên Pêşmerge yên Rêxistina Şîrîn, di sala 1991’an de bû berpirsê Rêxistina Şîrîn.

Di sala 1974 de, ew beşdarî perwerdeya mîtralyozên 30mm bû, beşdarî çend şerên parastina Kurdistanê bûye li dijî artêşa Iraqê, sê caran birîndar bûye, di sala 1963’an de li şerê Çame li nêzî navçeya Şêrwan Mazin, di sala 1974’an de li çiyayê Mamerût ê navçeya Çomanê û di sala 1995’an de jî di şerê Ruwandizê de. 

Di çar kongreyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de weke endamê kongreyê beşdar bûye, kongreya 9. di sala 1979an de û kongreya 10. di sala 1989an de li Rojhilatê Kurdistanê, kongreya 12. di sala 1999an de û kongreya 13. di sala 2010an de li Hewlêrê, di kongreya 13. de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî ya Nemir hat xelatkirin.


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir