Mihemed Hesen Bacilorî

Şehîdê Fermandar Mihemed Hesen Selîm Ehmed, Pêşmergeyê her du şoreşên Îlonê û Gulanê, di sala 1961ê de tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, pileya fermandariya tabûra 4 a hêza Dihokê wergirtiye. Di 26’ê Mijdara 1983’an de di şerê Şinoyê de şehîd bû.


Mihemed Hesen Selîm Ehmed, ku bi navê Mihemed Hesen Bacilorî jî tê naskirin, di sala 1933an de li gundê Bacilorê yê parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye, heta pola şeşan a dibistana seretayî xwendiye, di sala 1975’an de piştî rûxandina Şoreşa Îlonê koçî Îranê bû, ji bilî zimanê dayikê hem Erebî û hem jî Farisî dizanibû.

Di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmerge dibe, di nav hêzên Elî Xelîl de bû pêşmerge, ji ber wêrek û zîrekiya wî ji bo fermandariya tabûra 4 a hêza Dihokê hate destnîşankirin, di sala 1976an de beşdarî kursa topxaneyê dibe, di gelek şerên li dijî hêzên dagirker ên Iraqê de beşdar bûye, di sala 1968an de di şerê çiyayê Pîromera de li parêzgeha Duhokê birîndar dibe. Di 26’ê Mijdara 1983’an de di şerê Şinoyê de şehîd bûye.


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir