Jiyanname
Mihemed li pey xwe Qado û Mihemed ku piştî şehîdbûna bavê xwe temenê wî mehek bû navê bavê xwe Mihemed li pey xwe dihêle. Piştî kuştina Captain Scott waliyê Akrê û Albay Bill waliyê Mûsilê di 4ê Mijdara 1919an de, qada kuştinê ji bo Faris Axa Zêbarî hat hejmartin û hêzên artêşa Iraqê bi piştevaniya hêzên esmanî yên Brîtanî êrişek pêk anîn û gundên Zêbar û gundê Banyê jî di nav de ji aliyê firokeyên Brîtanyayê ve hatin bombebarankirin û di encamê vê kiryara nemirovane şehîd û birîndar ketin.
Bavê wî Qado li gel Faris Axa çûye Rojhilatê Kurdistanê û çûye cem Simkoyê Şikak û beşdarî şoreşa Simko bûye heta 5ê Gulana 1921ê ku vedigerin Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku malbata wî şopdarên rêya Takya Barzan bûn, bi Mela Mistefa Barzanî re timî têkilî danîbûn, bi Mehmûd Axa Zêbarî re hevkariya Şoreşa Barzan a Duyem kiriye û di sala 1945an de beşdarî di Şerê Çiyayê Pîris de kiriye.
Xebatname
Ebdullah Qado di sala 1962an de ji gundê Banyê hatiye Akrê, lê ji ber şert û mercên nebaş nekariye rasterast bi şoreşê re têkiliyê deyne û heta ku derfet çênebû, têkilî veşartî man, di destpêka sala 1970 de, piştî hevdîtina bi rêberê gelê kurd Mistefa Barzanî re bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî ku wê demê berpirsê Ajansa Parastinê bû, vegeriya nav refên şoreşa Kurdistanê, piştî rêkeftina 11ê Adara 1970ê û bi rêkxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di Şoreşa Îlonê de û damezrandina Hêza Akrê ya bi serpereştiya Zubêr Mehmûd Zêbarî, bû fermandarê tabûra duyem a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Şehîd Ebdullah Qado di sala 1970’an de di şerên Berdereş, Hezarcût, Lekan, Xelîlkan, Şêreswar, şerê Serderya, şerê Lekanê di sala 1971’ê de, şerê Girgoran di sala 1972’an de beşdar bûye û di vî şerî de birîndar dibe, herwiha di şerên Akrê yê sala 1973, şerê Rawîta di sala 1974an de, Berdereş, pira Mendanê, Başîk û Barzan li nêzîkî Mûsilê, Hijîrok, Çiyayê Meqlûb, Şermin, Rabîşat, Xêlafet, Bakirman, Bajêre, di sala 1975an di şerê Serê Şoşê û Bakirman de beşdar bûye.
Di sala 1975’an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberî Rojhilatê Kurdistanê (Welatê Padîşahîya Îranê) bû, di sala 1976ê de, di destpêka Şoreşa Gulanê de, têkeliyê bi serkirdayetiya şoreşê dike û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî û nemir Îdrîs Barzanî ve, ji bo agahdarkirin, rêxistinkirin û şandina penaberên bajarên Îranê ji bo beşdariya di Şoreşa Gulanê ya Başûrê Kurdistanê de, hatiye erkdarkirin, ji ber vê yekê jî gelek caran ji aliyê ajansa SAVAK a Îranê ve hat girtin û ji ber ku navê wî di nav penaber, xizm, dost û nasên Ebdullah Qado de hebû û ji aliyê dewleta Îranê ve bi navê Ebdullah Qadir dihat naskirin û tomarkirin, her carê serbest dihat berdan, piştî rûxandina rejîma Şahê Îranê têkelî bi Şoreşa Gulanê û Serok Mesûd Barzanî kir û bi malbata xwe re ji bajarê Sawe yê Îranê vegeriyan Kurdistanê bo kampa penaberan a Zêwê, li gel Pêşmergeyên xwe bû zêrevanê serok û Mekteba Siyasî heta dawiya sala 1981ê, weke fermandar di şerê yekem ê Hacî Omeran û şerê duyemîn ê Hacî Omeran de beşdar bûye.
Di sala 1982’an de weke hêzeke bi bandor li dijî hikûmeta Iraqê vegeriya Başûrê Kurdistanê û fermandariya şerên sala 1982’an yên Meydanka Rîviya, Kanî Çinarok, girtina çeperên dijmin li Çiyayê Gare, girtina çeperên dijmin ên li Bakirmanê, şerê Siyana Gare dike, di şerê Siyana Gare de dijmin sê şev û roj êrîşên xwe li ser navenda Komîteya navçeya Akrê berdewam kir û piştî şikestinê neçar kirin paşde vekişin û 2 helîkopterên dijmin xistin xwar û birîndar bû, (Hişyar Zêbarî berpirsê vî şerî û Babekir Zêbarî berpirsê leşkerî bû) beşdarî şerên sala 1983an li nava bajarê Akrê, serbazgeha Şêladizê, Şermin û Bakirmanê bûye, di heman salê de şerê Hîzankê, Çoman û Derbend, Serê Gelale, Gariya Beşê, Sîdekan, şerê Serê Halgurdî û êrişa li ser helîkopterên artêşa Iraqê ku ji bo Pêşmerge pirsgirêk çêkiribûn û di vî şerî de helîkoptereke artêşa Iraqê hat xistin, di 15’ê Hezîrana 1987’an de endamê Komîteya Akrê û berpirsê beşa leşkerî bû, di sala 1987an de di şerê Xirêne û Lolan, Çiyayê Kolek û Mêrgasurê de beşdar bûye û di vî şerî de birîndar dibe, herwiha beşdarî şerê Derava Şinyê di sala 1988an de bûye û di dema Enfalê de, heta meha Cotmehê li devera Behdînan ma û vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û raporteke giştî derbarê qonaxa dawî ya Enfalê û çarenivîsa girtiyan û enfalkiriyan pêşkêşî serok kir.
Di serhildanê de yek ji fermandarên ku ji aliyê Mekteba Siyasî ve ji bo eniya Akrê hatibû destinîşankirn, piştî serhildana 1991ê beşdarî şerê Keleka Yasîn Axa (Kelek), şerê Başîk û Barzan yê li nêzîkî Mûsilê, Duberdan ku ji milê xwe birîndar bû, Pira Mendanê, Kanîlan, Berdereş yek û Berdereş du, şerê kelha leşkerî ya Akrê bûye. Di heyama pêşmergetiyê de 9 caran birîndar bû, heta ku di 13’ê Cotmeha 1992’an de bi pileya cîgirê artêşa şeşem û di dema parastina desthilata yasayî ya gelê Kurdistanê û hikûmet û parlamentoya Kurdistanê li Kela Şabaniyê li devera Bêgova ya girêdayî Zaxo şehîd bû û li goristana Beroka Seyda ya Akrê hat veşartin.
Çavkanî:
-
Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.