Silêman Salih Biraxas Qadir

Silêman Salih Biraxas Qadir bi nasnav (Silêmanê Fate), pêşmergeyê her du şoreşên Îlonê û Gulanê bû, pileyên serpel, serliq û fermandarê tabûrê wergirtiye, Di sala 1981an de şehîd bûye.


Jiyanname

Silêman Salih Biraxas Qadir ku bi navê Silêman Fate jî tê naskirin, di sala 1947an de li gundê Kanî Kewê yê navçeya Şemêranê ya navçeya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundî bû û bi cotkariyê re mijûl dibû, asta xwendina wî ya seretayî bû, di sala 1975an de koçî Îranê dike û li Merîwan û Serpêl Zehawê bi cih dibe, di destpêka sala 1976an de vedigere Kurdistanê, di dawiya sala 1976an de careke din koçberî Îranê dibe û li Merîwanê bi cih dibe, hevjîna Silêman Salih navê wê Mehbûbe Merûf, kurên wî Serbaz û Selman û keçên wî Koçer û Beyan bûn.


Xebatname

Silêman Salih Biraxas di sala 1963an de di nav hêza Şemêran a di bin fermandariya Heme Şemêranî de bû pêşmerge, ku di wê demê de hêza Şemêran hêzeke serbixwe bû û ferman ji serkirdayetiya şoreşê werdigirtin, her wiha ev hêz li herêmên Şemêran û Newroliyê bêtir çalakî pêk dianîn. Lê piştî damezrandina pêkhateya leşkerî ya Şoreşa Îlonê di sala 1965an de, ev hêz weke hêzeke serbixwe ma û di bin hêza Xebat ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de cih girt.

Di şerê Zmnakoyê de di sala 1974’an de, di şer û pevçûnek ligel hêzên rejîmê û hêzên Şûî de û di sala 1980’an de û di şerê bi pêşmergeyên Partiya Demokrat a Îranê re li bendera Dizlî, bi giranî birîndar dibe, di sala 1975an de koçberî Îranê bû û di destpêka sala 1976an de vedigere Kurdistanê û jibo başûrê Iraqê  tê dûrxistin, di dawiya sala 1976’an de careke din koçberî Îranê bû û tevlî hêza Şemêran bû, di dema Şoreşa Îlonê de di nav hêza Şemêran de pileya Serpel û Serliq wergirtiye, di Şoreşa Gulanê de li sala 1980an de pileya fermandariya tabûra Şemêran a girêday hêza Hewraman di bin fermandariya Nadir Hewramî de wergirt, di sala 1981ê de piştî girtina Çiyayê Şeram ji aliyê hêzên Pêşmerge ve, rêjîma Be's careke din bi tundî çeperên Pêşmerge topbaran kir û Silêman Salih bi giranî birîndar bû û hevalên wî ew bi birîndarî gihandin Milexordê û ji wir bi helîkoptereke hikûmeta Îranê gihandin nexweşxaneyeke bajarê Tehranê, piştî ku şevekê li nexweşxaneyê ma, ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû û termê wî li goristana Merîwanê hat veşartin.


Çavkanî:

  • Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir