Sadiq Elî Sadiq Sofî
Sadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, derçûyê xula heştem ya Pêgihandina Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1987 nahiye ya Daretû şehîd bûye.
Agahiyên bêtirSadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, derçûyê xula heştem ya Pêgihandina Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1987 nahiye ya Daretû şehîd bûye.
Agahiyên bêtirSebrî Hesen Sebrî li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa ya li Çiyayê Direbî bi gulleya çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirSalar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.
Agahiyên bêtirSegvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.
Agahiyên bêtirSilêman Ebdulla Mistefa, di sala 1961ê de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1974an de di şerekî giran de li bajarokê Ruwandizê bi gulleya rejîma Beis şehîd dibe.
Agahiyên bêtirSeîd Ehmed Hesen, di sala 1970 de tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1974’an de li gundê Dirgele di encama topbarana rejîma Iraqê de şehîd bû.
Agahiyên bêtirSurkan Ebbas Feqê ku bi navê Surkan Mela Bas jî tê naskirin, pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920an de li Mêrgesorê ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de serpel bû û du caran birîndar bûye, di sala 1989’an de li gundê Mawîliyanê koça dawî kiriye.
Agahiyên bêtirSiyamend Ezîz Aris, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920 de li Mêrgesorê ji dayîk bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de fermandarê betalyonê bû, di sala 1966’an de li Çermegayê şehîd bûye
Agahiyên bêtirSilêman Mîrxan Ehmed, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Xerdin ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmerge bû û li komarê birîndar bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye, di nav Pêşmerge de serliq bû, Di 23'ê Adara 1962'an de di şerê Baadrê de şehîd bûye.
Agahiyên bêtirSilêman Mîrxan Areb, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1928an de li gundê Kanyedêrê ji dayîk bûye, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bû û di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, di sala 2007 de koça dawî kiriye.
Agahiyên bêtirSidîq Bexşî Ehmed, Pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1924an de li gundê Hesin Bekra ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di herdu şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, çend caran hatiye girtin, xwediyê madalyaya Barzanî ye, di sala 1998an de li Duhokê koça dawî kir.
Agahiyên bêtirSalih Mihemed Mihê, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1910 de li gundê Spîndarê ji dayîk bûye, di şerên li ser rêya Yekîtiya Sovyetê de birîndar bûye, di sala 1974an de li gundê Spîndarê koça dawî kiriye.
Agahiyên bêtir