Sadiq Haşim Ezîz

Sadiq Haşim Ezîz, bi navê Sadiq Haşim Mêrozî hatiye nas kirin. Pêşmergeyê şoreşa Gulanê û di sala 1987 an de şehîd bûye.


Şehîd Sadiq Haşim Ezîz, di sala 1966 an de li gundê Mêroz ya ser bi qeza Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Temenê wî 6 meh bûye dema Haşim Ezîz Mêrozî yê bavê wî li çiyayê Etruş de şehîd dibe.

 

Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi malbata xwe re koçberê welatê Tirkiye dibe, piştî demekê mayina li welatê Tirkiye diçin welatê Îranê û li wargeha Zêwe nîştecîh dibin.

 

Di sala 1983 vedigerê navçeya Rizgar ya devera ji şoreşê re vekirîbû û peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re dike û li cem Fermande Ehmed Mêrozî yê mamê xwe dibê Pêşmerge û beşdariya çendîn şer û çalakiyên deverê dike. Ji bo encamdana çalakiyeke Pêşmergeyetiyê diçê devera Mizûrî û li 23 ê hezîrana 1987 ji ber bombebarana balafirên cengî yên artêşa rejîma Be'es ve li gundê Mêroz de şehîd dibe. 


 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir