Ezîz Ebdula Ebdulqadir Ubeydula, bi navê (Seyîd Ezîz Şemzînî), hatiye nas kirin, efser û siyasetmedar, di sala 1959 an de li kongreya çarem de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê hatiye hilbijartin, di sala 1960 an de li kongreya pêncem de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de beşdariya civîna berfireh ya Mawet bûye...
Jiyanname
Ezîz Ebdula Ebdulqadir Ubeydula neviyê Şêx Ubeydulahê Şemzînî Nehrî rêberê Şoreşa 1880 ê Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê, malbata wan bi zorê ji bajarê Stenbola paytexta dewleta Osmanî hatiye koçber kirin. Di sala 1924 an de Şêx Ebdulqadirê bapîrê wî û Şêx Mihemedê Mamê wî û Şêx Seîd û Dr Fuad Diyarbekirî ligel 150 kesayetiyên girîngên Kurdistanê li Stenbolê hatin girtin û ew şandin Dadgeha Îstîqlalî ya Ataturk kirin û piştî demekê din hatin sêdare dan. Paşê bavê wî li dijî Hikûmeta Tirkiye şer dike, li sala (1924 - 1925) têne Başûrê Kurdistanê û li ser daxwaza dewleta Tirk, Îngilîz û Ereb li Iraqê da bi zorê li gundê Batas ya li navbera Rewandiz û Hewlêrê da têne nîştecîh kirin. Wezîrê Navxweya Paşayetiya Iraqê rizamendî li ser pêdana regeznameya Iraqî nedaye wan û bi hêceta wê yekê ku xelkê Bakûrê Kurdistanê ye. Her çende li serdema dewleta Osmanî de li Başûrê Kurdistanê xwediyê mulk jî bûye. Li Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye û destpêka xwendina xwe ya olî li cem bavê xwe xwendiye.
Di sala 1923 an de ji ber hêzeke Seyid Tehayê Nehrî yê xalê wî li dest bi serî li gundê Nehrî rizgar bûye û ji bo Rewandizê hatiye veguhestin. Di sala 1926 an de çûye xwendingeha seretayî ya Batas ya li tixûbê perwerdeya Hewlêrê û li 1932 an de li Şeqlawe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê xwendina seretayî temam kiriye. Li 1933 an de xwendina navendî li bajarê Hewlêrê dest pê kiriye û li 1934 an de li bajarê Musilê pola sêyema navendî temam kiriye. Di sala 1935 an de çûye xwendingeha amadehî ya li bajarê Bexda û di sala 1936 an de temam kiriye. Di sala 1937 an de li kolêja serbazî ya Bexda hatiye wergirtin. Li sala 1938 an de bi pileya mulazimê duyem xwendina serbazî temam kiriye. Di sala 1939 an de xwendingeha Siwariya Serbazî temam kiriye û li Kerkuk û Musilê kar kiriye. Di sala 1940 an de bûye mulazimê yekem, piştî sala 1991 careke din çûye bajarê Urmiyê. Bi desteke nediyar li nav mala xwe de hate teror kirin. Li 7 ê Adara 1999 li nav mala xwe de teqîn lê tê kirin û li şeva 14 ê Adara 1999 ji ber dijwariya birîna wî li nexweşxaneya Urmiyê koça dawî kiriye. Ji bilî Kurdî zimanên Îngilîzî, Erebî, Tirkî, Rusî, Farisî û hinek jî Fransî zî dizanî.
Xebatname
Di sala 1940 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwa ya Kurd re kiriye. Di sala 1942 ji bo betalyona Zirêpoş û beşa mekanîk hatiye veguhestin. Di sala 1943 an de li rêzên artêşa paşayetiya Iraqê da bûye Neqîb. Li meha adara 1944 an de endamê şanda Partiya Hîwaya Kurd ya pêşwaziya li nûnerê Komeleya Jiyaneweya Kurd (J.K) li bajarê Kerkukê bûye. Di sala 1944 bi hevaltiya Mîrhac Akreyî û Mistefa Xoşnaw bi Nûnerayetiya Partiya Hîwaya Kurd hevdîtinê bi Mele Mistefa Barzanî re kirin û di derbarê bi hemahengî û hevkariya wan axivîn. Di sala 1944 ji ber nerazîbûna li siyaseta Partiya Hîwa ya Kurd li rêzên wê hate dûr xistin. Li 25 ê kanûna duyema 1944 an de li bereya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê efserê peywendiyê ya desthilatdarên Paşayetiya Iraqê bûye ligel şoreşgêrên şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) da. Di sala 1945 an de diçe Rojhilatê Kurdistanê ber destiya artêşa Sor ya Yekîtiya Sovyetê kiriye û li mala bavê xwe da maye.
Li 11 ê tişrîna duyem a 1945 an çûye nav Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê, li 22 ê kanûna duyema 1946 beşdariya merasîma cardana Komara Demokratîka Kurdistanê li bajarê Mehabadê kiriye. Li 15 ê nîsana 1946 bi hevaltiya 280 xwendekarên Azerî û Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li jêr fermandeyî ya Majorê Firokevan Seyîd Teqî Musewî da wêstgeha tren û şemendeferê Tebrîzê ber bi bajarê Baku bi cîh hiştiye. Li 18 ê nîsana 1946 an de gihîştiye Baku û li wargeha serbazî ya Salyankoç bi mebesta meşq fêrbûnê bi cîh bûye. Di sala 1948 an de endamê serkirdayetiya Başûr ـ Rojhilatê Kurdistanê (Konferansa Baku) li ser beşê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1951 an de bavê wî yarmetiya Heme Mewlud Çirç Pêşmergeyê Komara Demokratîka Kurdistanê daye ji bo çûna Yekîtiya Sovyetê ya ji bo zanîna hevalê xwe. Li meha Adara sala 1954 an de li ser daxwaza General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ji karbidestên Yekîtiya Sovyetê bi mebesta xwendina bilind ji bo bajarê Moskowê hatiye veguhestin. Di sala 1957 an de beşdariya kongreya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Cîhanî ya li bajarê Moskowê kiriye. Di sala 1957 an de li Moskowê yekemîn car Celal Talebanî (1933 - 2017) Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê dibîne bi mebesta gihandina nav bihurî li cem General Mistefa Barzanî. Di sala 1959 an de ligel hevalên Barzanî da bi keştiya Grozya li rêya benderê Basra ya Başûrê Iraqê ve vegeriya ye axa niştiman.
Li 24 ê Adara 1959 an de rê pê hatiye dayîn vegerê nav rêzên Artêşa Komara Iraqê û pileya muqedemî wergirtiye û paşê pileya wî ji bo Eqîd hatiye bilind kirin û bi mamostayê zimanê Rusî li Kolêja Serbazî ya Bexdayê hatiye damezrandin. Di sala 1959 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê bûye. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên kongreya çarem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê hatiye hilbijartin. Di sala 1959 an de li yekemîn civîna komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreya pêncem de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di salên (1962 - 1963) ji aliyê karbidestên Hikûmeta Iraqê ve hatiye bend kirin. Li sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Piştî sala 1975 an de li bajarê Urmiyê nîştecîh bûye. Di sala 1979 an de li bajarê Urmiyê ve vegeraye Komara Iraqê û li bajarê Bexdayê nîştecîh bûye.
Berhemên wî:
1 - Tevgera Netewiya Rizgarîxwaziya Kurdistanê (Culanewey Rizgarî Niştimanî Kurdistan) 1982 - 1984
2 - Zîndegî min (Jiyannameya Min) 2010.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.