Se'ed Ebdula Osman Subhan, bi navên Mamosta Se'ed, B. Goran, Agir û Hîwa hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1993 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî (Kongreya yanzdehem) de hatiye hilbijartin. Di sala 1999 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya diwazdehem) hatiye hilbijartin. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di kongreya diwazdehem de hatiye hilbijartin. Li 20 ê kanûna yekema 1999 an de li Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) de sonda yasayî xwar û ew kirin Wezîrê Çandin û Avdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li (kabîneya çarem).
Jiyanname
Se'ed Ebdula Osman Subhan, bi navên Mamosta Se'ed, B. Goran, Agir û Hîwa hatiye nas kirin. Di sala 1949 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê temam kiriye. Di sala 1969 an de beşa dîrokî ya Xaneya Mamostayên Hewlêrê temam kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê di destpêkê de koçberî şahnişîna Îranê bûye. Di sala 2001 bekaloryosê li beşa yasa li Zanîngeha Selahedînê (Hewlêr) wergirtiye. Bavê Dr Çinar Seed Ebdula Endama Encumena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye. Li 1 ê şubata 2004 li kirdareke xwekujî de endameke grupa (Al Qa'ide) li nava baregeha lîjneya leqa du li Hewlêrê di dema rêwresmên pîrozkirina cejna qurbanê ya cemawerî de û ya li bajarê Hewlêrê de hatiye şehîd kirin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye û bi navê nihênî Agir hatiye nas kirin. Di sala 1967 an de bi navê nihênî Hîwa jî hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Li roja 7 ê Gulana 1974 ligel 41 xwendekarên din da beşdariya xula pêncem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Zînuya Şêxî ya parêzgeha Hewlêrê de kiriye û li 8 ê Tebaxa 1974 an de bi pileya yekem derçûye. Di sala 1974 an de endamê lîjneya navçeya Rewandizê ya ser bi lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê di destpêkê de koçberî şahnişînê Îran bûye û her zû vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 1975 an de peywendiyê bi rêzên Tevgera Sosyalîstiya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1976 an de yekemîn kurteçîroka xwe ya li jêr navnîşana (Dargiwêzekan (Darên Guzê) ) li kovara Rojî Kurdistan da belav kiriye. Di sala 1977 an de ji bo demeke kurt ji aliyê Dezgeha Asayîşa Giştî ya Hikûmeta Iraqê ve bi tawanê Kurdayetiyê hatiye bend kirin. Di destpêka meha Nîsana 1979 an de dûyemîn car ji aliyê Emna Hewlêrê ya ser bi desthilatdarên Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî ve hatiye desteser kirin û paşê jî hatiye azad kirin.
Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên Partiya Sosyalîsta Kurdistanê re kiriye. Di sala 1980 an de yek ji damezrênerên bereya Cuqed ya ji bo neyarên rejîma Sedam Hisên (1937 - 2006 ) ku bi navê Sedam Tikrîtî hatibû nas kirin. Di sala 1981 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (Kongreya yekem) hatiye hilbijartin. Di sala 1988 bi Endamê Mekteba Ragihandina Bereya Kurdistanî hatiye hilbijartin. Di sala 1991 an de beşdariya li raperîna Başûrê Kurdistanê da kiriye. Li 9 ê Adara 1991 an de beşdariya azad kirina bajaroka Koye ya tixûbê parêzgeha Hewlêrê kiriye û ji bo cemawer gotaran xwendiye. Di sala 1991 an de beşdariya şerê duyemê destana Korê li tixûbê parêzgeha Hewlêrê da kiriye li dijî komeke zirêpoşî yê artêşa Iraqê, li 19 ê Adarê bi nûnerayetiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê beşdariya civîna Bereya Kurdistanî ya bi mebesta diyar kirina dema hilbijartina Encumena Niştimaniya Kurdistanê û rewşa aborî û asayîşa Başûrê Kurdistanê kiriye. Di destpêka sala 1992 bi nûnerayetiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê beşdariya civîna Bereya Kurdistanî ya bi mebesta damezrandina lîjneya bilinda serpereştiya hilbijartinên Encumena Niştimaniya Kurdistanê kir. Li 7 ê Nîsana 1992 bi mebesta amadekariyên pêvajoya hilbijartina Encumena Niştimaniya Kurdistanê, beşdariya civîna berfireha Pîrmam ya Bereya Kurdistanî de kiriye. Di sala 1992 berbijêrê lîsta Yekgirtin ya pêvajoya hilbijartina Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye.
Roja pênçşema 20 ê Tebaxa 1992 an de li bajarê Hewlêrê beşdariya kongreya yekem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê de kiriye û li roja pênçşema 27 ê Tebaxa 1992 ji aliyê Nûnerên Kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de bûye berpirsê dezgeha rêxistinên pîşeyî û cemaweriyan û endamê dezgeha lêkolînî ya (Partiya Yekgirtina Kurdistanê). Di sala 1993 an de beşdariya kongreya duyema Partiya Yekgirtina Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê de kiriye bi mebesta hilweşandina Partiya Yekgirtina Kurdistanê û yekgirtina ligel Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî kongreya yanzdehem de hatiye hilbijartin. Di salên (1993 - 1999) li xebatkarên bîst û heftem ya lîjneya leqa du ya Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye berpirsê lîjneya leqê. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kongreya diwanzdehem de hatiye hilbijartin. Li 20 ê kanûna yekema 1999 an de li Encumena Niştimaniya Kurdistanê sonda yasayî xwar û bûye Wezîrê Çandin û Avdêrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (kabîneya çarem), li rêkefta 14 ê tişrîna duyema 2002 bi biryara Serok Mesûd Barzanî bi endamê lîjneya palpişt ya lîjneya leqa du ya Hewlêrê peywendiya ligel cemawer de hatiye destnîşan kirin. Di sala 2004 bûye endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2004 bûye berpirsê lîjneya leqa du ya Hewlêrê.
Berhemên wî:
Taqe mal 1987.
Ew piyawey pêdekenê 1988 - wergêr.
Newşîrwan Mistefa li şîrî heta pîrî ـ çend têbîniyek di derbarê pertûka Pencekan Yektirî Eşkênin 1998.
Ew hokarên meseleya Kurd pêk dênin ـ Bê sal, werger.
Emro nek sibey 2004.
Al Irhab Al Dewlî fî zu qerara meclîs al amin 1373.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.