Selîm Es'ed Xoşewî

Selîm Es'ed Xoşewî, Pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildana 1991ê bû, di sala 1961ê de tevlî Şoreşa Îlonê dibe, Pasevanê Mele Mistefa Barzanî bû, di sala 1969an de bû endamê Komîteya navçeya Amêdiyê ya ser bi Liqa yek, endamê kongreyên 6, 9 û 13 yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, xwediyê madalyaya Barzanî ye.


Jiyanname

Selîm Es'ed Xoşewî di sala 1943an de li gundê Bîrakepra yê navçeya Akrê ji dayîk bûye ku wê demê malbatên wan bi darê zorê de hatibûn bicihkirin, derçûyê pola sêyemîn a dibistana navîn e, di sala 1947an de piştî rûxandina komarê ji bo Telefer û Rumadiyê tê dûrxistin û di sala 1954an de vedigere Barzan, di sala 1975’an de, piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê, koçberî Îranê bû û li bajarê Kerecê bi cih bû, ji bilî zimanê dayikê bi farisî jî dizane.


Xebatname

Di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, her ji destpêka têkiliya wî heta sala 1964an Pasevanê taybet yê Mele Mistefa Barzanî bû, di sala 1964an de dibe fermandarê hêza Amêdiyê, di Şoreşa Îlonê de beşdarî gelek şerên parastinê bûye, di nav de di sala 1961an beşdarî şerê Zawîte-Com Cîhan di navbera Zaxo û Duhokê de, di sala 1962’an de di şerên Sîdekan, Balekayetî, Deşta Diyana, Dola Reqe, Çiyayê Safîn û deverên cuda yên Silêmaniyê, di sala 1974’an de di şerê geliyê Duhokê de beşdar bûye.

Di sala 1961ê de di şerê Zawîte de birîndar dibe, di sala 1969an bû endamê komîteya navçeya Amêdiyê ya liqa yekem, di sala 1964an de endamê Kongreya 6. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û di heman salê de bû fermandarê hêza Amêdiyê, di sala 1970’an de piştî peymana 11’ê adarê, li balefirgeha Bamernê bi pileya neqîb bû fermandarê Tabûra 3’emîn a Parastina Sînor.

Di sala 1976’an de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bû û li Rojhilatê Kurdistanê li Zêweyê fermandarê hêza Xebat bû, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.

Di sala 1991ê de beşdarî serhildana gelê Kurdistanê dibe, di sala 2010ê de endamê Kongreya 13 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, di heman kongreyê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê nemir hat xelatkirin. Niha jî endamê Komîteya Bilind a navçeya Barzan e.


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir