Şekîb Seîd Şerîf Reşîd, bi navê (Şekîb Akreyî), hatiye nas kirin. Yasanas û siyasetmedar di sala 1966 an de yarîdederê berpirsê lîjneya karubarê hewalgirî û asayîşa nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) ya encûmena serkirdayetiya şoreşê ya li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1967 an de yek ji damezrênerên Dezgeha Parastin û Cîgirê Serokê vê saziyê bûye. Di sala 1967 an de li konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaq û di sala 1973 an de li konferansa ramyarî ـ serbazî Çoman ya li parêzgeha Hewlêrê de beşdar bûye. Di sala 1970 an li kongreya heştem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Şekîb Seîd Şerîf Reşîd li bajarê Akrê ji dayik bûye. Di sala 1914 an de Ehmedê endamê malbata wan li ser piştevaniya li Şêx Ebdulselamê duyemê Barzanî li bajarê Musil hatiye bend kirin û her li bendîxaneya Musilê koça dawî kiriye. Di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1960 an de bekaloryosa beşa maf ji zanîngeha Bexda wergirtiye. Di sala 1961 an de birêveberê nahiye Diwaye li parêzgeha Nasiriye ya li Başûrê Iraqê bûye. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Li 23 ê kanûna yekema 1962 an de ji aliyê dadgeha serbazî giştî ya li parêzgeha Zîqar ve serwet û samanên wî yên veguhestî û neveguhestî dest li ser da hatiye girtin. Di sala 2017 an de koça dawî kiriye. Şarezayê zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Şekîb Seîd Şerîf Reşîd di sala 1964 an de nûnerê kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê bûye. Di sala 1966 an de berpirsê darayî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di destpêka meha Adara 1966 an beşdariya xuleke sê mehî ya parastinê li derveyê welat de kiriye. Di sala 1966 an nûnerê kongreya heftem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Gelale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1966 an de yarîdederê berpirsê lîjneya karubarê hewalgirî û asayîşa nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) ya encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1967 an de yek ji damezrênerên Dezgeha Parastin û Cîgirê Serokê vê saziyê bûye. Li 15 ê nîsana 1967 an de bi serpereştiya Serok Mistefa Barzanî wekî nûnerê dezgeha parastina şoreşa Eylûlê nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaq (Hewlêr) ê bûye. Li salên (1968 - 1969) mamostayê waneyê asayîşa şoreş ya li xula yekemê fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1969 an de mamostayê waneya parastin li xula duyema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreya heştem ve bi 210 dengan bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li dawiya meha Gulana 1970 serdana gora şehîd Ebdulezîz Etruşî (1937 - 1969) ya li bajaroka Helebçe ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê kiriye. Li 15 ê temmûza 1970 beşdariya merasîma vekirina kongreya şeşem ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye.
Di sala 1970 an de beşdariya ahenga mîhvandariya mamostayên xula sêyem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li navçeyên azad kiriyên parêzgeha Hewlêrê kiriye. Li roja înê ya 30 ê Adara 1973 an de beşdariya mîhrîcana Newroza Çoman kiriye. li 18 ê Nîsana 1973 an de beşdariya vekirina nexweşxaneya Sîlî Çoman da kiriye. Di sala 1973 mamostayê waneyê parastinê bûye li xula çarem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Nawpirdan. Li rojên 27 heta 29 ê tişrîna duyema 1973 beşdariya konferansa ramyarî ـ serbazî ya Çoman da kiriye. Di sala 1974 an de mamostayê waneyê parastinê li xula pêncem ya fêrgeha pêncema kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Zînuyê Şêxî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1974 an de mamostayê waneyê parastinê û şerê derunî ya xula şeşem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Zînuyê Şêx ya Ser bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li Şahnişîna Îranî nîştecih bûye. Di sala 1975 an de wekî penaber çûye Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya û di sala 1976 an de çûye Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û li wir nîştecîh bûye. Li 5 ê kanûna yekema 1979 biryara dest danîna ser saman û serwetên wî yên veguhestî û neveguhestî hatiye dûpat kirin. Di sala 1980 an de Doktoraya yasa li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka wergirtiye. Li 23 ê tişrîna yekema 2017 ji ber nexweşiyê yek li nexweşxaneyên Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkayê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.
Berhemên wî:
1- Sanawat al mehne fî Kurdistan aham al hawadis al siyasiye wal askariye fî Kurdistan wal Iraq min 1958 ala 1980 - 2007.
2- Risael min Kurdistan 2011.
3- Sadam Al Husîn Nihuza û Nikusa 2017.
Çavkanî:
1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2- Şekîb Aqrawî, Risael min Kurdistan, (Erbîl ـ Matbaa Şahab 2011) rûpel 343, 10.
3- Şekîb Aqrawî, Sadam Husîn Nihuza û Nikusa, (Erbîl ـ Matbaa Hacî Haşim 2009) rûpel 1- 440.
4- Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî li rewşa siyasî, (Hewlêr ـ çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn 2016), rûpel 1- 304.
5- Qarar al heye al ama al adara we tesfiye al amawal al mahcuze reqam 4478, cerîde al weqae' al Iraqiye, wezara al adil, al adad 2761, al sana al saniye wal aşrun, Bexdad, 10 Gulan 1980 rûpel 28.
6- Mesûd Al Barzanî, al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, al muceled al sales, al tabaa al saniye, (Erbîl ـ Matbaa wezara al terbiye 2002) rûpel 188, 253.