Endazyar Remzî Xelîl Şe'ban, bi navê Remzî Şe'ban (1942 - 2021) hatiye nas kirin û li Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1959 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û beşdariyê li Şoreşa Gulanê da kiriye. Di sala 1975 an de li Şahnişîna Swêdê berpirsê rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1979 an de bi mebesta beşdarî kirina li xebatê ji Ewrûpayê vegeriya ye û di destpêkê de çûye Komara Îslamiya Îranê û paşê xwe gihandiye Başûrê Kurdistanê. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û beşdariya şoreşên Gulanê da kiriye. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya nehem de hatiye hilbijartin. Di sala 2010 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya sêzdehem de hatiye hilbijartin.
Jiyanname:
Endazyar Remzî Xelîl Şe'ban bi navê Remzî Şe'ban hatiye nas kirin û di sala 1946 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Qonaxa seretayî li Amêdî û qonaxa navendî li bajarê Musilê xwendiye. Di sala 1959 an de qonaxa amadeyî li bajarê Musilê temam kiriye. Li rêkefta 23 ê tişrîna duyema 1959 an de bi mebesta xwendinê çûye Komara Çekoslovakya. Di sala 1970 an de bekaloryosê ji zanîngeha endazyariya çandiniyê li Suxdil bi dest ve aniye. Li sala 1972 masterê li beşa endazyariya mekanîk li zanîngeha Suxdil wergirtiye. Di sala 1975 an de li Şahnişîna Swêdê daxwaza mafê penaberiyê kiriye. Di sala 1979 an de bi mebesta beşdarî kirina li xebat ji Ewrupayê vegeriya ye û di destpêkê de çûye Komara Îslamiya Îranê û paşê xwe gihandiye Başûrê Kurdistanê. Li 3 ê Nîsana 2021 ji ber nexweşiya Korona yê yek ji nexweşxaneyên welatê Tirkiye koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Erebî û Çekî, Rûsî û Îngilîzî û Farisî û Silovakî û Swêdî bûye.
Xebatname:
Xelîl Şe'ban (1905 - 1965) ê bavê wî yek ji endamên Partiya Hîwa ya Kurd bûye û beşdariya şoreşa duyema Barzan de kiriye û di sala 1945 an de piştî şikesta şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1946 an de beşdariyê li xizmet kirina Komara Demokratîka Kurdistanê da kiriye. Di sala 1947 an de piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) an de rûbirûyê artêşa Şahnişîna Îranê bûye. Di sala 1947 an de li dawî ya berevaniya li Komara Demokratîka Kurdistanê de li xala rûbara Gader bi hevaliniya Şêx Ehmed Şêx Mihemed Şêx Ebduselam ku bi navên Şêx Ehmedê Barzan û Xudan hatiye nas kirin xwe radestî polîsên Iraqê kirine. Di destpêkê de li Sîmî Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatine desteser kirin û paşê bi malbata xwe ve heta pênc salan ji bo bajaroka Hemam Elîlî ya parêzgeha Musilê hatine nefî kirin û dûr xistin.
Remzî Şe'ban di sala 1959 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1959 an de li bajarê Bexda bi bavê xwe re serdana Şêx Ehmedê Barzan û Serok Mistefa Barzanî kirine. Li 23 ê tişrîna duyema 1959 an de bi mebesta xwendinê çûye Komara Çekoslovakya. Di sala 1959 an de peywendiyê bi rêzên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpa (K.S.S.E) re kiriye. Di sala 1960 an de berpirsê rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li Komara Demokratîka Çekoslovakya. Di sala 1963 an de nameyek pêşkêşî Ehmed Bin Bila Serokkomarê Cezaîrê di derbarê bi tawanên Hikûmeta Iraqê beramber bi Kurdî kiriye. Di sala 1966 an de beşdariyê li kongreya Komeleya Xwendekarên Kurd (K.S.S.E) li Ewrûpa li bajarê Berlîna Rojava de kiriye. Di sala 1975 an de li Şahnişîna Swêdê daxwaza mafê penaberiyê kiriye. Di sala 1975 an de berpirsê rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li Şahnişîna Swêdê. Di sala 1979 an de bi mebesta beşdarî kirina xebatê ji Ewrupayê vegeriya ye û di destpêkê de diçe Komara Îslamiya Îranê û paşê xwe digihîne Başûrê Kurdistanê. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û beşdariya Şoreşa Gulanê da kiriye. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya nehem de hatiye hilbijartin. Di sala 1981 an de mamostayê waneyê ramyarî ya li xula heftema peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Rajan ya Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1981 an de bûye berpirsê lîjneya leqa şeş ya Ewrûpa ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di salên (1980 - 1981) Sernivîskarê Rojnameya Welat ya li Ewrûpa bûye. Li 16 ê temmûza 1985 an de bi berpirsê beşê darayî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Berpirsê mekteba darayî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li 30 ê tişrîna duyema 1985 heta 3 ê Nîsana 1986 mamostayê waneya aborî ramyarî bûye li xula heştem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Rajan ya Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1985 an de berpirsê lîjneya leqa şeş ya Ewrupayê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1987 an de li karmendên çardehem bi berpirsiyariya Dr Roj Nurî Şaweys bi Cîgirê Berpirsê Lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1987 an de dûyemîn caran bûye berpirsê mekteba darayî. Di salên (1988 - 1991) li karmendên panzdehem da bi berpirsê lîjneya leqa yek hatiye destnîşan kirin. Li 1 ê kanûna duyema 1988 an de wekî berpirsê lîjneya leqa yek serpereştî û fermandeyî ya destana Dêrelokê kiriye ku têda artêşa Iraqê nêzîkî hezar kûştî û birîndar û 562 dîl û destkeftên hezar çekên sivik û nîv giran li girtina 112 senger hebû. Serok Mesûd Barzanî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi vê helkeftê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî lîjneya leqa yek kiriye. Di sala 1989 an de nûnerê kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li 13 ê kanûna duyema 1990 an de bi endamê lîjne li beşa rêxistina navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1991 an de bûye berpirsê mekteba navendî rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li meha temuza sala 1993 an de bi Serokê Lîjneya Darayî ya kongreya yazdehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgritî kongreya yazdehem de hatiye hilbijartin. Di sala 1993 an de bûye berpirsê mekteba peywendiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî. Li 16 ê tişrîna yekemê 1993 an de beşdariya ahenga vekirina kongreya azadî ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Dêmokratên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê de kiriye. Li dawî ya sala 1994 an de berpirsê lîjneya leqa yek ya Dihokê bûye. Di destpêka sala 1996 an de Cîgirê Berpirsê Lîjneya leqa yek ya Dihokê bûye. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya diwazdehem de hatiye hilbijartin. Di salên (1997 - 2017) berpirsê mekteba navendî kargêrî û darayî bûye. Di sala 2002 bi endamê lîjneya bilind bîranîna sed salî ya Barzaniyê Nemir hatiye destnîşan kirin. Di sala 2011 an de bi endamê berbijêrê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Li 16 ê tebaxa 2018 an de ji ber xebat û berxwedana wî ya li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û raperîna Başûrê Kurdistanê û serdema serweriyê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.
Çavkanî:
Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.