Omer Osman Mêrgesorî

Siyasetmedar Omer Osman Omer Hemed, bi navê (Omer Mêrgesorî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Li Pêşmergeyetiyê da çendîn caran birîndar bûye. Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê bûye. Hilgirê Madalya Barzanî ye.


Siyasetmedar Omer Osman Omer Hemed, bi navê (Omer Mêrgesorî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Li Pêşmergeyetiyê da çendîn caran birîndar bûye. Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê bûye. Hilgirê Madalya Barzanî ye.

 

Jiyanname

Omer Osman di sala 1948 an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1977 an qonaxa amadehiyê li welatê Îranê temam kiriye û di sala 1978 an de bi mamosta li bajarê Qezwîn li Îranê damezraye.


Xebatname

Omer Osman di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û di sala 1966 an de beşdariyê li destana Zozik ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê da kiriye û di sala 1967 an de bi pileya Serpel berpirsê enbara çek û teqemenî ya şoreşa Eylûlê bûye. Çendîn pileyên berpirsiyariyê li nav rêzên hêzên Pêşmerge da wergirtiye û beşdariya çendîn şer û rûbirûbûnên li dijî artêşa Iraqê da kiriye û çendîn caran birîndar bûye.

 

Di sala 1975 an de li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye û wekî mamosta waneyê bi xwendekarên koçberan re gotiye. Di sala 1979 an de dûbare peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê re kiriye û beşdariya çendîn şer û pevçûnan da bûye û di sala 1988 an de wekî fermandeyek beşdariyê li destana Xwakurk ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê dijî bi hêzên artêşa Iraqê de kiriye û birîndar bûye. Li kongreya dehem ya 1989 an de bi endamê yedegê komîteya navendî û li kongreya 11. ya di sala 1993 û 12. ya di sala 1999 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1991 an de beşdariya raperîna Başûrê Kurdistanê û azad kirina bajarê Hewlêrê, Quştepe, Pirdê û Kerkûkê de kiriye. Li 11 ê nîsana 1991 an de beşdariyê li destana Korê ya dijî bi yekîneyên zirêpoşê artêşa Iraqê da kiriye. Di sala 1993 an de yekemîn berpirsê lîjneya leq deh ya Soran ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li 20 ê kanûna yekema 1999 li beramber bi Encumena Niştimaniya Kurdistanê de sonda yasayî xwariye û bûye Wezîrê Karubarên Pêşmerge ( kabîneya çarem ), li 1 ê tişrîna duyema heman salê de bûye berpirsê lîjneya leqa neh ya Akrê ya ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di salên ( 2004 - 2005 ) sêyemîn car bûye berpirsê lîjneya leqa deh ya Soran. Li 8 ê Adara 2005 an de berpirsê mekteba rêxistinê ya Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Di sala 2007 bi fermandeyê meydanî ya Soran hatiye destnîşan kirin. Roja pênçşema 16 ê kanûna yekema 2010 ji aliyê 1500 nûnerên kongreyê ve bi 547 dengan li rêzbenda 1 ê yedegê derçûyan bi endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya sêzdehe‌m de hatiye hilbijartin. Di sala 2010 an de wekî rêzgirtinek li beşdarên ‌şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û raperîna Başûrê Kurdistanê madalya Barzanî yê Nemir ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wergirtiye. Di sala 2014 li bereya Giwêr ـ Mexmur û bereya Rebîe de beşdariya şerê dijî bi Da'îş ê kiriye. Şarezayê her du zimanên Kurdî û Farisî ye.



 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir