Omer Mîrxan Xezalî Jajokî

Lîwa Omer Mîrxan Xezalî beşdarî her du Şoreşên Îlonê û Gulanê bû, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê nemir hatiye xelatkirin, di dema pêşmergetiya xwe de 5 caran birîndar bûye, di temenê 84 saliyê de li sala 2023an de koça dawî kiriye.


Jiyanname

Fermandar Lîwa Omer Mîrxan Xezalî di sala 1939'an de li gundê Jajok ê navçeya Mêrgasorê di malbateke şoreşger de hatiye dine, di zarokatiya xwe de bi xizmên xwe re di sala 1945an de koçberî Rojhilatê Kurdistanê li Îranê bû, malbata wî beşdarî parastina Komara Kurdistanê li Mehabadê bû, du birayên wî bi navên Xezalî Mîrxan Jajokî û Şehîd Hiso Mîrxan Jajokî, ligel nemir Barzanî çûne Yekîtiya Sovyeta berê, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, bi malbata xwe re koçberî Îranê dibin, pêşî li Zêwê bû û piştre jî ji bo Cehrem, Refsencan û Qezwînê hatin veguhestin, piştî rûxandina rejîma Îranê di sala 1979’an de vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û di sala 1980’an de li Mehabadê bi cih bû, du birayên wî bi navên Yûsif Mîrxan Jajokî û Hiso Mîrxan Jajokî di Şoreşa Gulanê de şehîd bûn, di 3’ê Tebaxa 2023’an de di 84 saliya xwe de koça dawî kir û li goristana gundê Jajok a devera Barzan hate veşartin.


Xebatname

Omer Mîrxan Xezalî di sala 1963an de tevlî Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Îlonê bû, di sala 1963an de beşdarî şerên Kêwereş, Asos, Gilezer û Sengeser dibe, heta sala 1970’î di nava hêza Kawe de bû ku birayê wî Hiso Mîrxan Xezalî fermandariya wê dikir, di sala 1974'an de pileya milazim di hêza parastina sînor a Qeladizeyê de wergirit, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, bi malbata xwe re koçberî Îranê dibin, di sala 1980’an de bi destekekê re destêpkê diçe Qasmeraşê li herêma Serdeştê û ji wir diçe Lolanê û paşê navenda xwe li Xwakurkê ava kir.

Di sala 1988’an de serdana herêmên di bin kontrola şoreşê de dike û li gel Xezalî Mîrxan, fermandarê hêza Hemrînê û bi lêdana hêzên dijmin kirin, yek ji fermandarên ku beşdarî Dastana Xwakurkê bûye û beşdarî serhildanê bûye, piştî serhildana sala 1991ê wek fermandarê tabûrê hat bilindkirin û piştre bû fermandarê tabûrê yê Mekteba Serok li Pîrmam, beşdarbûna Kongreya 12an a Partiya Demokrata Kurdistanê li sala 1999an û kongreya 13an li sala 2010an bûye û di kongreya 13an de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê nemir hat xelatkirin.

Di sala 2014an de beşdarî şerê dijî terorîstên DAIŞê li eniya Giwêr-Mexmûrê û girtina Baqirte, Elî Awa, Cedîde, Dugirkan û Sultan Ebdullah bûye. demekê hêzên wî yên taybet bo ser Hêzên Piştevaniya yek a Wezareta Pêşmerge hatin veguhestin.

Omer Mîrxan Jajokî di dema pêşmergetiya xwe de 5 caran birîndar bûye û çend endamên malbatê yên wekî pismamê wî Ali Taha Jajokî li sala 1963an, Mîrxan Hacî Mîrxan birazayê wî û Salih Hacî Mîrxan birazayê wî û Kekşar Xidirî Xwrzayê wî li sala 1983an û du birazayên wî bi navên Elî Hiso Mîrxan di sala 1994an de û Xelîl Xezalî Mîrxan di sala 1995an de şehîd bûnne.


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir