Efser û siyasetmedar Mistefa Mistefa Mistefa, bi navê (Mistefa Xoşnaw), tê naskirin, endamê Partiya Hîwa, yek ji efserên Kurd ên di refên Artêşa Iraqê de di sala 1936 an de bû. Endamê Komîteya Azadî û endamê Desteya Damezrîner a Partiya Dêmokrat a Kurd bû. Di sala 1947 an de ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve li Bexdayê hat darvekirin.
Jiyanname
Mistefa Xoşnaw di sala 1912 an de li herêma Bêtwateyê ji dayik bûye. Xwendina seretayî li bajarê Koyê û ya navîn li bajarê Hewlêrê qedandiye. Di sala 1931 an de li Xaneya Mamosteyan a Bexdayê hatiye qebûlkirin û piştî qedandina xwendina xwe, li bajarê Helebçeyê bûye mamoste. Di sala 1934 an de tevlî Koleja Leşkerî ya Bexdayê bûye û di 3 ê Hezîrana 1936 an de bi pileya mulazîmê duyemîn koleja leşkerî qedandiye. Di sala 1939 an de bi Zekîye Ferec re zewicîye û sê keç û kurekî wan çêbûne.
Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, di sala 1947 an de vedigere Iraqê û li zîndana navendî ya Bexdayê tê girtin. Di dema ku hevjîna wî ya ducanî li girtîgehê serdana wî dike, Mistefa Xoşnaw jê dixwaze ku eger zarokê wan kur bû, navê wî Azad lê bikin. Meh û nîvek piştî darvekirina wî, di 2 ê Tebaxa 1947 an de Azad ji dayik dibe.
Xebatname
Mistefa Xoşnaw yek ji wan efserên Kurd bû ku di 25 ê Çileya Paşîn a 1944 an de Hikûmeta Iraqê wî wekî efserê têkiliyê di navbera hikûmet û Şoreşa Duyemîn a Barzanî (1943 - 1945) de destnîşan kir. Di heman demê de, bi dizî ji aliyê Partiya Hîwa ve, erka têkiliyê û hevrêziya di navbera hizb û şoreşê de jê re hatibû spartin. Piştre tevlî refên şoreşê bû. Piştî neserkeftina danûstandinan û guherîna di kabîneya Nûrî Seîd de û destbikarbûna Hemdî Paçeçî li cihê wî, hikûmetê biryara vegerandina efseran bo refên artêşê da. Di vê çarçoveyê de, bi razîbûna serokatiya şoreşê, ji Barzanê vegeriya artêşa Iraqê. Piştî du mehan destûr wergirt û vegeriya Kurdistanê. Hikûmet di vê destûrgirtinê de ket gumanê ku dibe ku ew biçe Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê. Navbirî dizanî ku çavê hikûmetê li ser wî ye, loma biryar da ku li Barzanê bimîne.
Di vê demê de, hikûmet bi rêya Mîrhac Ehmed ve ji Mistefa Xoşnaw daxwaz dike ku vegere nav artêşê. Piştî vegera wî, piştî du mehan ji refên artêşa Iraqê tê derxistin û ji aliyê Wezareta Berevanî ya Iraqê ve fermana girtina wî tê derxistin. Hizba Hîwa wî ji vê fermanê agahdar dike û bi vî rengî karî Bexdayê biterikîne û xwe xilas bike û piştre careke din tevlî refên şoreşê li Barzanê bû.
Di 15ê Çileya Paşîn a 1945an de, bi pêşniyara Mistefa Barzanî Komîteya Azadî hat damezrandin û Mistefa Xoşnaw yek ji endamên desteya damezrîner bû. Piştî rawestandina danûstandinên aştiyê bi hikûmetê re û piştî derketina îhtimala destpêkirina êrîşên dijmin, di 10 ê Sibata 1945 an de di civîna Komîteya Azadî de û bi biryara Mistefa Barzanî, fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên şoreşê, navbirî wekî fermandarê eniya berevaniyê ya Mêrgesor - Rewandiz hat destnîşan kirin. Ji bo pêşîgirtina li pevçûnên leşkerî û li ser fermana Mistefa Barzanî, di 4 ê Adara 1945 an de Mistefa Xoşnaw nameyeke hişyariyê ji serleşkerê artêşa Iraqê Refîq Arif re bi vê naverokê dinivîse: "Piştî pêşkêşkirina rêzê, ji aliyê kesên me ve hatin agahdar kirin ku hûn dixwazin sibe, 5 ê Adara 1945 an, bi navê operasyonan êrîşî me bikin. Em we agahdar dikin! Ji pêşî ve dibêjin: Di vî warî de her bûyerek çêbibe, guneh ne li ser me ye û em ne gunehkar in. Îmza, Mistefa Xoşnaw."
Bi vî awayî, heta 10 ê Hezîrana 1945 an pêşî li şer hat girtin. Heta wê demê Weli Beg di hewşa qereqola Mêrgesor de hat şehîd kirin û şer careke din gurr bû. Di 11 ê Cotmeha 1945 an de û piştî bi dawî hatina Şoreşa Duyemîn a Barzanî, navbirî bi Mistefa Barzanî re çû Komara Kurdistanê. Li Komarê Neqîb Mistefa Xoşnaw wekî fermandarê Batalyona Duyemîn a Hêza Barzanî hat destnîşan kirin, ku hêz ji sê batalyonan pêk dihat. Piştre bi fermana serokatiyê pileya wî ji bo muqeddem hat bilind kirin.
Di sala 1946 an de beşdarî piraniya şerên berevaniyê yên Komara Demokratîk a Kurdistanê bû. Piştî hilweşandina Komarê û vegera li ser sînorê Îran û Iraqê di 10 ê Nîsana 1947 an de, ew yek ji wan efseran bû ku xwe radestî hikûmetê kir. Di destpêkê de birin Hewlêrê û piştre ji bo zîndana navendî ya Bexdayê hat veguhestin û bi hevalên xwe yên din re hatin girtin. Biryar bû ku neyên darvekirin, lê di dadgeheke sexte de, bi dizî biryara darvekirina wan heta mirinê li ser wan hat cîbicîkirin. Berî darvekirina wî û sê hevalên wî, wan wesiyetnameyek ji gel re nivîsand ku tê de helwesta xwe ji bo azadiya welêt dubare kirin. Roja din, tevî sînordar kirina amadebûna gel, li Goristana Girê Seywan a bajarê Silêmaniyê hat veşartin.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
2 - Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Program û Rêziknameya Navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Cilda Yekemîn, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).
3 - Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (di qonaxên sereke de) 1946 - 1993, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
4 - Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Cilda Yekemîn 1931 - 1958, (Hewlêr - 2012).
5 - Me’rûf Qeredaxî, Barzan û Sir û Razên wê, (Bexda - Çapxaneya Me’arîf - 1959).




