Leyla Zana

Leyla Fexreddîn Dağlî ku bi navê Leyla Zana tê naskirin, di 3'ê Gulana 1961'an de li gundê Baxçe yê Farqîna Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, diyasetmedara jin a Kurd û ji ber ku di parlementoya Tirkiyê de bi Kurdî axivî 10 salan di girtîgehê de ma. Di 21 saliya xwe de bi şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana re zewicî. Dayika du zarokan e û niha tu postên hikûmetê û partiyê negirtiye, Leylayê piştî zewacê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kiriye.


Di sala 1987’an de yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan bû a ku navenda wê li Amedê ye. Di sala 1988an de rojnameya (Yenî Ulke) damezrand û ew bi xwe sernivîskar bû.

Di sala 1991’ê de bi lîsteya Partiya Sosyal Demokrat a Gelan (SHP) ji herêma Amedê bû parlementer. Di merasîma sondxwarinê de ji ber ku gerdaniyên zer, sor û kesk li xwe kiriye û silavên bi kurdî li wî kiriye, bi tundî hat rexnekirin. Di beşeke axaftina xwe ya merasîmê de wiha got: “Ez serbilind im ku ji bo parastina tevahiya sînorê Tirkiyê û ji bo parastina serxwebûna welat, yekrêziya gel û serweriya hemû gel sond dixwim ku dilsozê makeqanûn, biratî û wekheviya neteweyên tirk û kurd bim”. Ev beşa dawî bi kurdî pêşkêş kir: "Ez vê sondê ji bo biratiya gelên Kurd û Tirk dixwim."

Di sala 1994 de, jiber axaftinekê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê parêzbendî ji wê û Ehmet Turk, Orhan Dogan, Xetîb Dîcle, Sirî Sakik û Mahmut Alniak hat stendin. Tevî ku Leyla û rêhevalên wê tevlîbûna PKK’ê red kirin û diyar kir: "Ev planek e û eşkere ye ku ez çi me, ez van sûcan qebûl nakim, eger rast bûna, ez ê bi serbilindî berpirsyariya hemûyan bigirta ser milê xwe, tevî ê jiyana min biçûya, min demokrasî, mafên mirovan û biratiya Kurd û Tirkan parast û heta ku ez sax bim ez ê hewl bidim.” Lêbelê, dadger guh neda wê û ji ber ku wî hin belgeyên saxte û derewîn anî û bi sûca endametî û propagandaya PKK’ê 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û di dema ku di girtîgehê de bû ji bo aştî û mafên mirovan têkoşiya.

Di sala 2001ê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara betalkirina cezayên girtîgehê yên 4 parlamenterên Kurd da, Leyla Zana yek ji wan 4 parlamenteran bû, lê Tirkiyê dengên dadgehê bi fermî nas nekir. Ji ber fişarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Leyla Zana piştî 10 salan di 8'ê Hezîrana 2004'an de serbest hat berdan.

Leyla Zana 3 dewreyên din li Herêma Agirî bû parlementer û cara dawî ji bo ku sond wek ku hatiye nivîsandin nexwar, ji parlementoyê hat derxistin. Ji ber xebatên xwe yên ji bo xurtkirina demokrasiya li Tirkiyeyê û dabînkirina mafên Kurdan, Leylayê zêdetirî şeş xelatên navneteweyî wergirtine.

Xelatên ku Leyla Zana wergirtine:

Rêxistina Navneteweyî (Ewin), Leyla Zana wek girtiya wijdanê nas kir û di sala 1994an de Xelata Dezgeha Rafto ya Norwêcê bo Aştiyê wergirt. Di sala 1995an de ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve Xelata Saxarov a Azadiya Derbirînê wergirt, lê ji ber girtina xwe heta sala 2004an nikarîbû wê xelatê werbigire. Di sala 1996 de, Xelata Valdosti ya Îtalyayê ji bo Mafên Mirovan wergirt. Di sala 1996 de, Xelata Axn ya Almanyayê ji bo Mafên Mirovan wergirt. Di navbera 1995 û 1998 de, ew ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê hate berbijêrkirin. Li bajarê Romayê, yê Îtalya, hemwelatiya rûmetê wergirt û piştî wergirtina hemwelatiya rûmetê ya îtalî ragihand: “Divê em başî û xalên hevpar bibînin û qet dev jê bernedin, me kurdan tu carî bi gelên tirk, ereb û faris re tu pirsgirêk û şer nekiriye, li şûna vê sîstem û dewletan hewl dane nasnameya me ya netewî ji holê rakin” .

Di sala 2008 de, xelata Juan Maria Bandres a Spanî wergirt. Ev xanime mînaka zindî ya sembola fedekarî, berxwedan, aştî û jiyana hevbeş e.

Leyla Zana ji bo çaksaziya rêxistina Tirkiyê fikrên xwe pêşkêşî rayedarên wî welêt kirin, ji bo wê jî pêşniyar kir ku Tirkiye ji sîstema federal sûd werbigire û herêmek bi navê Kurdistanê ava bike.

Di sala 2008 de, ew du sal ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi tawana belavkirina têgeha terorîzmê hat girtin ji ber gotina vê axaftinê: (Kurdan sê serok hene, yek ji wan Mesûd Barzanî ye). Di vê navberê de, Komîsyona Ewropî û civaka navneteweyî ji bo çalakiya siyasî, bi tundî li dijî girtina Leyla Zana derketin, Leyla Zana got: Doza min li dijî azadiya derbirînê ye û dupat dike ku her kurdek li Tirkiyeyê di bin gefan de ye.

Leyla Zana niha wek kesayeteke serbixwe piştgirîya DTP-ê dike û xebatên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Kurdistana Tirkiyê bi rêyên aştiyane didomîne û ji bo wê armancê çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi serkirdayetiya siyasî ya kurd re, bi teybet bi Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye û bi wan re têkiliyên nêzîk hene.

Leyla Zana ji bo hewlên xwe yên berdewam ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rêyên aştiyane û avakirina demokrasiyê û parastina mafên mirovan li wî welatî, roja 15 Kanûna yekem a 2010an de û di kongreya 13. ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî hat xelatkirin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir