Jiyanname
Ferenso Toma Kanon Herîrî di sala 1937an de li bajarokê Herîr, navçeya Şeqlawe, parêzgeha Hewlêrê, di malbateke Xiristiyanên Aşûrî, Xiristiyanên Ortodoks ên Rojhilatî de hatiye dine, dibistana seretayî li Herîr û ya navîn li bajarokê Şeqlawe xwendye, di sala 1960î de li Hewlêrê peymangeha mamosteyan qedandye, zewicî bû û çar kur û keçek wî hebûn, di sala 1960-1961ê de li devera Bilê û Barzan mamostetiya werzişê dike, ew lîstikvan û werzişvanek baş bû, di salên 1953-1955an de beşdarî pêşbirkên bazdana dibistanan bû û nûnertiya parêzgeha Hewlêrê li Bexdayê kir.
Di sala 1953an de li gel xwendekarên dibistana amadeyî ya Hewlêrê a kuran beşdarî pêşwaziya Feyselê Yekem, şahê Iraqê yê yekem bû, di sala 1956 de dibe endamê tîma futbolê ya Birosk (Hewlêr), di 7ê Kanûna yekem a sala 1957an de li Hewlêrê beşdarî şanogerya Şehrzad dibe ku dahata wê ji bo ziyanvêkeftiyên lehiyê yên Silêmaniyê hatibû texankirin, di 7ê cotmeha 1958an de ji bo pêşwazîkirina general Mistefa Barzanî (1903-1979) ku ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyabû serdana Bexdayê kir, di sala 1959an de li tîma Birosk a Hewlêrê dileyîst, di 5ê Hezîrana 1959an de li Hewlêrê ji bo hilbijartina Komîteya Parastinê ya Komara Iraqê û nûnertiya Yekîtiya Xwendekarên Giştî yên Îraqî yên Partiya Komunîst a Îraqî desteya rêveber a nû hilbijart.
Di sala 1975’an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberî Îranê bû û li parêzgeha Urmiyê bi cih bû, paşê çû Kerecê û li wir bi cih bû, di sala 1991ê de piştî Serhildana Kurdistanê vegeriya Başûrê Kurdistanê, gelek erk û berpirsiyrî hebûn û di geşepêdana bajarê Hewlêrê de roleke berçav hebû. Zimanên kurdî, erebî, suryanî û farisî baş dizanibû.
Xebatname
Ferenso Toma Herîrî, yekem westgeha wî ya sîyasî bû endamê Partîya Komunîst a Îraqê û berpirsê komîteya navçeya Ruwandiz a wê partîyê, di sala 1961ê de berpirsê liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Partiya Komunîst a Iraqê bû, lê di sala 1963an de, ji ber ku di kesayeta nemir Barzanî de bi bandor bû, tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di heman demê de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di sala 1963an de berpirsê şopandina Pêşmerge û karûbarên civakî li devera Balekayetî ya parêzgeha Hewlêrê bû, di sala 1964an de wek berpirsê asayîşa bajarokê Gelale yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hat destnîşankirin, di sala 1965an de cîgirê fermandarê hêza Balek a artêşa duyemîn bû, di sala 1966an de li parêzgeha Hewlêrê di şerê Zozikî de berpirsê piştevaniya Hêzên Pêşmerge bû, di sala 1966an de bi çavdêriya Elî Qasim ku bi navê Elî şingalî tê naskirin, cihê lidarxistina kongreya heftemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarokê Gelale amade dikir, di sala 1967’an de yek ji damezrînerên Ajansa Parastinê bû, di sala 1967an de, li nêzîkî bajarokê Ruwandizê yê parêzgeha Hewlêrê, ligel Serok Mistefa Barzanî pêşwazî li Dr. Abdulrahman Bazaz (1914-1973), serokwezîrê Iraqê kir, ku ji bo danûstandinan serdana Kurdistanê kir bû, di sala 1968an de di beşa zimanê Aşûrî ya Dengê Kurdistanê de dibe nivîskar û bêjer, di sala 1970ê de dibe berpirsê Komîteya navçeya Balek ya Komîteya liqa Duyem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di 15ê Tîrmeha 1970ê de li gundê Nawpirdan li parêzgeha Hewlêrê beşdarî merasima vekirina şeşemîn kongreya Yekîtiya Qutebiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bû, di sala 1970ê de wek dadvanê futbolê beşdarî pêşbirka navbera tîma Mekteba Siyasî û xwendekarên Gelale li yarîgeha Nawpirdanê bû, di 1’ê Tîrmeha 1970’an de bi fermana Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê weke yekem qayimeqamê Çoman (Hewlêr) hat destnîşankirin, di 15'ê Tîrmeha 1970'an de weke mêhvan beşdarî şeşemîn kongreya Yekîtiya Qutebiyên (Xwendekarên) Kurdistanê li gundê Nawpirdanê bû, di destpêka sala 1971ê de wek qayimeqamê Çomanê kar dike û ji aliyê Wezîrê Dadê ve wek dadwerê sûcê pileya duyem hatiye destnîşankirin, di sala 1974an de wek endamê komîteya liqa heftem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hate destnîşankirin.
Di Adara sala 1975an de ji bo handana penaberan li kampa Zêwa ya Rojhilatê Kurdistanê serdana wan kir û bi wan re peyivî, di Nîsana 1975’an de ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê hate erikdarkirin, di nîvê sala 1977ê de bi serpereştiya Îdrîs Barzanî (1944-1987) beşdarî civîneke mezin li Kerecê bû ji bo alîkariya serkidayetiya demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û çavdêriya penaberên Başûrê Kurdistanê li Şahnişîna Îranê. cihê veşartina birîndaran û mala wî cihê hevdîtinê û cihê veşartina birîndaran bû, di sala 1977an de mala wî li bajarê Karacê yê Îranê cihê kombûna wan kesan bû ku tevlî Hêzên Pêşmerge yên serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûne yan jî ji deverên rizgarkirî yên Başûrê Kurdistanê vedigeriyan û bi Îdrîs Barzanî re têkilî danîn, di sala 1979an de ji aliyê nûnerên kongireya nehan ve wek endamê yedek yê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1984an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hate bilindkirin, di sala 1984an de endamê komîteya çavdêriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo sînorên Komîteya liqa sêyem û Komîteya liqa çarem bû, ji 30ê Mijdara 1985an heta 4ê Nîsana 1986an mamosteyê waneyên partiyên siyasî di kursa heştem a Peymangeha Kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Rajanê yê Rojhilatê Kurdistanê bû, ji dawîya sala 1985an heta dawîya sala 1986an ji stafê 20 ya Komîteya Liqa Duyem a Partiya Demokrat a Kurdistanê bo cara yekem bû berpirsê komîteya Liqê hate destnîşankirin, di sala 1986an de sernivîserê kovara Safîn bû ku organa Komîteya liqa duyem a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1988an de Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1988’an de weke endamê Ofîsa Rêveber a bereya Kurdistanê hate hilbijartin, di sala 1988ê de beşdarî Dastana Xwakurkê li parêzgeha Hewlêrê li dijî artêşa Iraqê bû, di 13ê Kanûna duyem a 1990ê de wek berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Bereya Kurdistanê de hat destnîşankirin, ji 8 heta 10 Adara sala 1990an beşdarî civîneke berfireh a Bereya Kurdistanê bû.
Di sala 1991ê de ligel Serok Mesûd Barzanî di serhildana Başûrê Kurdistanê de beşdar bû, di sala 1991ê de beşdarî operasyona azadkirina Kerkûkê bû, di sala 1991ê de berpirsê mekteba navendî ya têkelyan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, ji 16 Kanûna yekem a sala 1991an heta 18 Sibata 1992an mamosteyê waneyên rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê di korsa nehan a Peymangeha Kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de li bajarokê Pîrmam yê parêzgeha Hewlêrê bû, di 19ê Adarê de beşdarî civîna bereya Kurdistanê ya ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê û rewşa aborî û ewlehiyê ya Başûrê Kurdistanê bû, di destpêka sala 1992an de nûneratiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di civîna Bereya Kurdistanê de ji bo avakirina komîta bilind a çavdêriya hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê kir, ji 23 heta 28 Kanûna yekem a 1992 ji aliyê Bereya Kurdistanê ve wek endamê komîteya 15 kesî ya nivîsandina projeyasaya Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê hate destnîşankirin, di 4ê Hezîrana 1992an de li ser lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê, di sala 1992an de bû serokê Fraksiyona Zer (Partiya Demokrat a Kurdistanê) di Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê de, di sala 1993an de ji aliyê desteya rêvebir ya Klûba Werzişî ya Hewlêrê ve wekî serokê fexrî yê klûbê hate hilbijartin, di sala 1993an de wek xwediyê rojnameya Gulan destûrnameya fermî ji Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirt, di Tîrmeha sala 1993an de wek serokê komîteya pêşwaziya kongreya yazdehemîn ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Yekgirtû hate destnîşankirin, di sala 1993an de endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Yazdehemîn bû li bajarê Hewlêrê, di sala 1993 de, ji aliyê nûnerên Kongreya Yazdehemîn wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Yekgirtû hate hilbijartin, di sala 1994ê de mamostayê dersên giştî bû di Kursa Lezkirî ya Pêşkeftî de li peymangeha kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarokê Pîrmamê, di sala 1994an de wek berpirsê Komîteya liqa duyem a Partiya Demokrata Kurdistanê – Yekgirtû hat destnîşankirin, di 19’ê Tîrmeha 1994’an de ji aliyê hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve li Şawês a parêzgeha Hewlêrê hat gulebarankirin û rizgar bû, di 16’ê Tebaxa 1996’an de ji ber xizmetên di Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê û Serhildana Başûrê Kurdistanê de di Yobîla Zêrîn a PDK’ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi medalyaya Barzanî ya Nemir hate xelatkirin, sala 1996ê di kabîneya sêyem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de wek wezîrê Herêmê hat destnîşankirin, ji 1ê Cotmeha 1996ê heta 18ê Sibata 2001ê parêzgarê Hewlêrê bû, di dema parêzgariya Hewlêrê de gelek karên girîng kirin, bi taybetî jî avakirina Yarîgeha Navdewletî ya Hewlêrê (Şehîd Ferenso Herîrî), Koşka Hunerê û Orkestraya Kurdistanê bi alîkarî û piştevaniya wî hat avakirin, her wiha gelek kar û projeyên din ên şaristanî pêk anîn. Di pêşxistina sektora werzişê li Herêma Kurdistanê de roleke berçav hebû û piştgirî û handana werzişvan û ciwanan kir, ji bo bidestxistina mafên xwe. Di gelek proje û çalakiyên ji bo xweşkirin û nûjenkirina bajarê Hewlêrê de beşdar bû û weke piştgirekî bihêz ê projeyên perwerde, tenduristî û werzişî li Hewlêrê dihat hesibandin.
Di 18ê Kanûna yekem a 1996ê de di kabîneya sêyem de wezîrê Herêmê bû, roja yekşemî 23 ê Sibata 1997ê, ji kiryareke terorîstî rizgar bû, di 26ê Tîrmeha 1997an de beşdarî yekemîn kongreya Komeleya Kurdên Feylî li Hewlêrê di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de bû, di sala 1998an de xwediyê kovara Hewlêrê bû, di sala 1999’an de ji aliyê nûnerên kongreya 12’an ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin, roja Duşem, 24ê Kanûna duyem a sala 2000an, ji stafê 28 yê Komîteya Liqa Duyem a Hewlêrê bo cara diduyan weke berpirsê komîteya Liqê hate destinîşankirn, di 14ê Adara 2000ê de ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê ve wek endamê komîteya demkurt (çûn) a vejandina salvegera jidayikbûna rêberê gelê kurd Barzanî yê nemir hat destnîşankirin.
Ferenso Toma Herîrî di 18ê Sibata 2001ê de dema diçû ser kar li ser cadeya 60 Metrî ya Hewlêrê ji aliyê komek Tevgera Yekbûna Îslamî ve hat kuştin, piştî du rojan ji şehadeta wî, roja 20ê Sibata 2001ê, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û zêdetir ji nîv milyon kes li cihê jidayikbûna xwe li bajarokê Herîrê hat veşartin.
Ji berhemên wî:
-
PKK çima vê yekê dike? - (Çapa Yekem - 2000, (Çapa Duyem - 2018).
-
Ji bo ku dîrok xelet neyê nivîsandin - 1995, sala 1996, çapa erebî bi navê (Ji bo nenivîsandina dîrokê bi xeletî) derket.
Çavkanî:
-
Arşîva Komîteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
-
Amadekar Enwer Ebdullah, 29ê Îlona 1971ê, Barzanî yê nemir ji komploya dijminan mezintir bû, rojnameya Biryatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê -Yekgirtû, hejmar 2934, Hewlêr, Çarşem, 29.09.1999, r 2.
-
Derbarê hewla kuştina birêz Ferenso Herîrî, rojnama Xebat, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 816, Hewlêr, În, 28.02.1997, r 2.
-
Kongre encamên hilbijartinên Komîteya Navendî ya Partiya me radigihîne, Rojnameya Biratî, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 1729, Hewlêr, În, 27.08.1993, r 1.
-
Şêrzad, Çalakiyên Komîteyên Kongireya Partiya me, Rojnameya Biratî, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 1691, Hewlêr, Duşem, 12.07.1993, r 4.
-
Hemid Gawherî, Medalyaya Barzanî, xelata herî bilind, pirtûk 2, çapa duyem, (Hewlêr - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî - 2019), r. 32-37.
-
Hişyar Nûrî Lek, navdarên kurd di rêzekê de, (Hewlêr - Çapxaneya Çarçira - 2010), r 24.
-
Kinêr Abdullah, Beşdariya Siyasî ya Jinan li Başûrê Kurdistanê, (Silêmanî - 2016), r. 74, 81.
-
Ferenso Herîrî, PKK çima vê yekê dike?, çapa 2., (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2018), r 1, 105.
-
Elî şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Be's a Erebî ya Sosyalîst, Beşa Sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012 Mîladî), r 362, 371.
-
Ji bo aşitî û yekîtiya neteweyî, ji bo pêkanîna Peymana Adarê, Beşa Deh, Rojnameya El-Taxî, Çapxane û Weşanxaneya El-Taxî, Hejmar 1190, Bexda, Çapxaneya Times, Yekşem, 19.11.1972. , r 8.
-
Sefer Jajokî, Bîranîna Şehîd Ferenso Herîrî, Rojnameya Xebat Hejmar (4506), 18/2/2014.